4 rêveberên TUAY-DER'ê hatin girtin 2020-06-11 15:42:55   AMED - Li Amedê di çarçoveya lêpirsîna dozgeriyê ya der barê rêveberên TUAY-DER'ê de hêjmara kesên hatin girtin derket 4'an.    Li Amedê di 9'ê Hezîranê de polîsan bi fermana serdozgerê Komarê yê Amedê, bi ser malbatên endam û rêveberên Komeleya Alîkariya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) de girtibûn. Polîsan 22 kes binçav kiribûn. Polîsan di serdegirtina malan de, Endamê Meclîsa Şaredariya Rezan ê HDP'î Vahit Dogru, Hevserokê TUAY-DER'ê Mehmet Emin Guzel, rêveberên komeleyê Şafîî Hayme, Hanim Akay, Muşeher Ulker, rêvebera berê ya komeleyê Leyla Ayaz, Abdulmenaf Kur û Husamettin Kiliç, Ayten Kirtay, Zeynep Kiray, Rezan Erimfik, Çekdar Çubuk, Kazim Yayık, Selahattin Çap, Haşim Temîz, Îbrahim Temiz, Mehmet Temiz, Huseyin Temiz, Medeni Kirtay, Fatma Gul binçav kiribûn û piştî sewqî edliyê kirin 2 kes girtibûn. Dadgehê der barê Hevserokê TUAY-DER'ê Mehmet Emin Guzel, Rêveberê komeleyê Şafîî Hayme û Müşeher Ülker de bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê" biryara girtinê da û şand girtîgehê. Dadgehê Hanim Akay û Kazim Yayik jî bi şertê kontrola edlî serbest berdabû.    Îro jî 8 kesên ku li Midûriyeta Polîsan lêpirsîna wan bi dawî bû sewqî edliyê kirin. Heyeta dadgehê jî ji 8 kesan rêveberê TUAY-DER’ê Abdulmenaf Kur  bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê ye" biryara girtinê da û şand girtîgehê. Dadgehê Husamettin Kiliç, Ayten Kirtay, Zeynep Kiyar, Rezan Erimfik û 2 kesên navê wan nehat zanîn jî bi şertê kontrola edlî serbest berdan. Lêpirsîna Çekdar Çubu ya li dozgeriyê jî didome.      Lêpirsîna Vahit Dogru, Leyla Ayaz, Selahattin Çap, Medeni Kirtay, Haşim Temîz, Îbrahim Temiz, Mehmet Temiz, Huseyin Temiz û Fatma Gul a li Midûriyeta polîsan didome.    Hat hînbûn ku endama MEBYA-DER'ê Hanim Altindag ku hatibû binçavkirin jî bi şertê kontrola edlî hat berdan.