Şewata li herêma Omeryan dest pê kir ber bi Xerabê Bava ve diçe 2020-06-11 15:39:04 MÊRDÎN - Şewata li qada daristanî ya li gundê Qesra Ahmedê ya herêma Omeryan dest pê kir, ber bi XerabÊ Bava ve diçe.   Li herêma daristanî ya li gundê Qesra Ahmedê ya dikeve sînorê navçeya Artûklû ya herêma Omeryan a Mêrdînê ji ber sedemeke nehat zanîn di saetên nîvro de şewat derket. Pêtên şewatê yên nêzî gund bûn, baxçeyê mala welatiyê bi navê Şexmûz Çakir kir xelî. Li gorî çavkaniyên herêmî hîna şewat nehatiye kontrolkirin û pêtên şewbatê gehiştin qadên çiyayî. Ji ber vê ekîbên agirkuj nikarin mudaxileyî şewatê bikin.   Welatiyên herêmê hewl didin bi derfetên xwe mudaxileyî şewbatê bikin. Di heman demê de hat diyar kirin ku şewat ber bi gundên navçeya Nisêbînê ve diçe. Li gorî agahiyên ji niştecihên gundê Xerabê Bava hatin girtin, şewat gehiştiye qadên gund ên çiyayî.    Welatiyên gund ên hewl didin şewatê  kontrol bikin, dest nîşan kirin ku ji ber ku gihayê hişk li herêmê  pir zêdeye, zoriyê dikêşin û xwestin helîkopter bi lezgînî mudaxileyî şewatê bikin. Welatiyan fikarên xwe yên ku şewat belavî cihê wan bibin anîn ziman û banga alîkariyê kirin.