Ji bo hevpîşeyên xwe Tîmtîk û Unsal bang kirin 2020-06-11 15:29:37   STENBOL - Hevpîşeyên parêzer Ebrû Tîmtîk û Ayaç Unal ên ji bo darizandina adilane di rojiya mirinê de ne li ber Dadgeha Stenbolê daxuyanî dan û xwestin ji bo hevpîşeyên wan gav werin avêtin.    Parêzerên endamên Buroya Hiqûqê ya Gel û gelek parêzerên din darbarê rewşa parêzer Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal ên ji bo adilane werin darizandin di rojiya mirinê de ne li ber Dadgeha Stenbolê ya li Çaglayanê daxuyanî dan çapemeniyê. Parêzeran bo hevpîşeyên xwe banga lezgîn kirin û xwestin daxwaza her du parêzeran werin pejirandin. Li ser navê Buroya Hiqûqê ya Gel Ayşegul Çagatay daxuyanî da. Çagatay da zanîn ku Tîmtîk û Unsal ji bo bêedaletiya li girtîgehê û derve bi dawî bibe têdikoşin û ji bo bêedaletî û bêhiqûqiyê li ber xwe didin.    Çagatay anî ziman ku bêdengiya ji bo Tîmtîk û Unsal kuştina pîşeya parêzeriyê ye û heke ew li ber xwe bidin dê êrişên li ser parêzeriyê bi dawî bibin. Çagatay bang kir û xwest ji bo daxwazên hevpîşeyên wan Tîmtîk û Unsal gav werin avêtin û heke parêzer bibin yek dê ew bi ser bikevin.