Ew jî li cihê birayê xwe hat kuştin! 2020-06-11 13:22:51 AMED - Li Amedê duh bi şev welatiyê bi navê Mûrat Hantaş ê 29 salî ji aliyê kesê bi navê Ûgûr Kûşkanat ve hat kuştin. Li Taxa Şehîtlîkê ya nêzî Parka Sumerê ya Amedê duh bi şev Mûrat Hantaş ê 29 salî ji aliyê kesek bi navê Ûgûr Kûşkanat ve hat kuştin. Hat zanîn ku Hantaş karê xurdevaniyê dikir û dema li ser karê xwe bû kesê bi navê Ûgûr Kûşkanat ew kêr kiriye û giran birîndar kiriye. Ekîbên tenduristiyê Hantaş rakirin nexweşxaneyê û bi rê da jiyana xwe ji dest da.   Cenazeyê Hantaş ji bo karûbarên otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyûbî ya Amedê. Malbata Hantaş li ber nexweşxaneyê li benda wergirtina cenazeyê kurê xwe ye û diyar kirin ku dê cenaze bibin li Goristana Yenîkoyê ya navçeya Baxlera Amedê veşêrin. Malbata Hantaş anî ziman ku ew nizanin ji ber çi sedemê kurê wan hatiye kuştin û ew wî kesî nas nakin. Malbat destnîşan kir ku kurê wan belasebep hatiye kuştin.    Hat diyarkirin ku Kûşkanat ê Hantaş kuşt ji aliyê polîsan ve hatiye binçavkirin. Sedema kuştina Hantaş nehat zanîn.   Hêjayî bibîrxistinê ye ku birayê Mûrat Hantaş, Recep Hantaş jî di 14’ê nîsana 2019’an ji aliyê polîsan ve li Parka Sumer a navçeya Yenîşehîrê hatibû kuştin. Polîsê ku Hantaş kuştibû piştî 40 rojan serbest hatibû berdan.