Li dijî Şervan Derwîş hewldana kuştinê pêk hat 2020-06-10 16:22:49   NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş bi rêya mayinekê ku li ser rêya Minbic-Ebû Qelqel hatibû danîn û teqiya bû armanca kuştinê.    Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş bi rêya mayinekê ku li ser rêya Minbic-Ebû Qelqel hatibû danîn û teqiya bû armanca kuştinê. Çavkaniyên ji Minbicê diyar kirin ku îro Şervan Derwîş bi rêya mayinekê ku li ser rêya Minbic-Ebû Qelqel hatibû danîn, rastî hewldana kuştinê hatiye.    Li gorî agahiyan, tenê zerarên madî çêbûne. Der barê bûyerê de heta niha tu daxuyaniyên fermî nehatine dayîn.   Şervan Derwîş ji ANHA`yê re ragihandiye ku ji ber hewldana kuştina wî bi rêya mayinekê ku li ser rêya Minbic-Ebû Qelqel hatibû danîn, tu zerar negihaştiye wî û rewşa wî ya tenduristî baş e.