24 hezar û 495 welatiyên Amedê di qerantînayê de ne 2020-06-10 15:22:13   AMED - Li Amedê hêjmara kesên bi şewba vîrûsa Covît-19 dikevin zêde dibe. Heta niha 24 hezar û 495 kes di qerantînayê de ne.    Li Amedê hêjmara kesên bi şewba vîrûsa Covît-19 ketine zêde dibe. Li gel hişyariya Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) bi gelemperî tedbîr nayên girtin. Li dijî hişyariya WHO hikûmeta AKP'e biryara "asayîbûnê" da û hemû qedexe rakirin. Li Amedê jî şewb belav dibe û hêjmara kesên bi vîrûsê ketine zêde bûn. Li gorî daneyên Midûriyeta Tenduristiyê ya Amedê li Amedê 24 hezar û 495 kes di qerantînayê de ne.    Li Peyasê 6 hezar û 430, li Rezan, 5 hezar û 698, li Yenîşehirê 3 hezar û 498, li Sûrê Hezar û 626, li Farqînê Hezar û 393, li Bismîlê Hezar û 358, li Erxeniyê hezar û 13, li Çêrmûkê 645, li Çinarê 599, li Pîranê 488, Li Licê 394, li Çunguşê 356, li Hênê 321, li Pasûrê 260, li Gelê 171, li Qarazê 157, li Hazroyê 88 kes di qerantînayê de ne.    Dîsa li Gundê Barbînê yê Erxeniyê piştî testa welatiyekî ya vîrûsê posîtîf derket gund xistin qerantînayê.