Wezaretê ji mudaxileya ku çavê welatî kor kir re got ‘asayî' ye 2020-06-10 14:36:25   STENBOL – Wezareta Dadê, di nêrîna xwe ya ji bo serlêdana Erdal Sarikaya ya Dadgeha Destûra Bingehîn ku dema berxwedana Geziyê di encama mudaxaleya polisan de çavekî wî kor bîbû de got ku mudaxileya polisan bi kontrol bûye.   Erdal Sarikaya ku dema berxwedana Geziyê ji ber mudaxileya polisan çavekî wî kor bûbû, serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dabû. Dadgehê jî derbarê serlêdana Sarikaya de ji Wezareta Dadê nêrîn xwest. Di encama vê daxwaza dadgehê de wezaretê nivîseke nêrînê ji dadgehê re şand û têde mudaxileya polisan a tevahiya berxwedana Geziyê bi “kontrol” bi nav kir.   ‘DELÎL TUNEYE ŞAHID TUNEYE’   Wezaretê, ragihand ku çalakiyên berxwedana Geziyê derveyî qanûnan dibîne û ji ber ku mudaxaleya polisan a li hemberî çalakgeran bi konrol dibîne, nafikire ku memeleya xerab pêk hatiye. Her wiha wezaretê, destpênekirina lêpirsînê ya derbarê 7 polisan de jî bi gotinên “delîl tuneye, şahid tuneye, pêwistî bi lêpirsînê tuneye” parast.   Erdal Sarikaya jî derbarê vê nêrîna Wezareta Dadê de axivî û destnîşan kir ku heke Dadgeha Destûra Bingehîn li gorî nêrîna wezaretê biryar bide dê sûc meşrû bike.