Eskeran li şêniyên gund da û sewalên wan gulebaran kirin 2020-06-10 13:24:06   AMED – Li gundê Hindêsê ya girêdayî Farqînê eskeran bi ser malan de girt, welatiyan kelemçekirin û îşkence li wan kirin. Di operasyonê de bi helîkoptêrê sewalên gundiyan hatin gulebarankirin.    Operasyona eskerî ya duh li çargoşeya navçeyên Licê, Hezro, Farqîn û Pasûrê yên Amedê hatibû destpêkirin êvarê bi dawî bû. Di operasyona li herêma gundên Godernê, Şêlima û Malê Çalê de şer derketibû. Beriya şer derkeve eskeran bi ser gundê Hindisê ya girêdayî Farqînê de girtine û eskeran avêtiye ser malan. Hat zanîn ku eskeran şêniyên gund kelemçe kirine û îşkence li wan kirine. Gundiyan got eskeran ji wan re gotiye “Hûnê ji cihê ‘terorîsan’ ji me re bêjin.”    SEWALAN GULEBARAN KIRINE      Gundiyan ragihand ku di tevahiya operasyonê de eskeran nehiştiye welatî ji malên xwe derkevin û ji helîkoptêrê sewalên gundiyan hatine gulebarankirin. Gundiyan diyar kir ku di encama gulebaranê de dewarek miriye û 6 dewar jî bi giranî birîndar bûne. Gundiyan da zanîn ku wan 5 dewarên birîndar bûne serşêje kirine û gelek sewalên gundiyan jî winda bûne. Gundiyan got ji ber metirsiya operasyonê ew nikarin biçin li sewalên xwe yên windayî bigerin.    Tê gotin di şer de yên jiyana xwe ji dest dane hene.