Qeyûmê 'çerezxwar' bêyî ku hesab bide çû! 2020-06-10 12:00:23   MÊRDÎN – Walî Mûstafa Yaman ku du caran weke qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hat kirin û li bajar weke "çerezxwar" dihat binavkirin, ji walîtiyê vekişandin navendê. Yaman, gelek nelirêtiyên ku belgeyên wan hene li pey xwe hişt.   Bi biryarnameyeke serokkomariyê 17 waliyên bajaran ji bo navendê ji walîtiyê hatin vekişandin û waliyên 41 bajaran jî bi heman biryarnameyê hatin guhertin û waliyên nû hatin tayînkirin. Di nav waliyên ku ji bo navendê ji walitiyê hatin vekişandin de Waliyê Mêrdînê Mûstafa Yaman ku du caran weke qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hatibû kirin jî hebû. Piştî weşandina biryarnameyê liv û tevgera li mala Yaman zêdê bû.    Yaman û kesên ku bi xwe re anîbûn bajar nîvê şeve ji malên xwe derketin û çûn cihê Yaman. Navendeke din a ku liv û tevger lê zêde bû, avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê bû. Sedema liv û tevgera li vir nehat hînbûn lê di vê pêvajoya ku serçavdêr li şaredariyê lêkolînan dikin de vekişandina navendê ya Yaman balê dikişîne ser xwe.   SEDEMÊN VEKIŞANDINÊ   Yaman, demeke dirêj e ji ber nelirêtiyên ku li şaredariyê dike ji rojevê nakeve. Tê gotin ku ji ber angaştên bavê Qaymeqamê Dêrikê Mûhammed Fatîh Safîturk ku di 10’ê mijdara 2016’an de di encama teqandina bombeyeke ku li meqamê wî hatibû cihkirin de jiyana xwe ji dest dabû Asim Safîturk, Walî Yaman ji bo navendê hatiye kişandin. Dîsa tê gotin ku nelêritiyên ku li şaredariyê kiriye û nêzikbûna wî ya Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû li ser vekişandina wî bandor kirine.   MA / Ahmet Kanbal