Hevşaredarên Qersê: Ger encamek siyasî pêş bikeve, wê hesab bidin gel 2020-06-10 09:59:02 QERS - Hevşaredarên Qersê Şevîn Alaca û Ayhan Bîlgen, diyar kir ku ji bo ku qeyûm tayînî Şeredariya Qersê bê kirin, hin kom amadekariyên cuda dikin û gotin: “Em ê hemû xebatên ji bo bajêr bi lezgînin bikin. Ger siyasetek cuda pêş bikeve jî, em ê hesabê vê bidin gel.”    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di hilbijartina herêmî de şaredariyên 3 bajarên mezin, 5 bajar, 45 navçe û 12 bajarokan bi giştî 65 qezenc kirin. Desthilatdariyê AKP û MHP’ê, heya niha qeyûm tayînî 45 şaredariyên HDP’ê kirin. Niha tekane şaredariya bajêr a di deste HDP’ê de mayî Qerse. Hevşaredarên Qersê yên di dema hilbijartin û piştî hilbijartinê de, gef li wan hatin xwarin, alîkarên hevşaredaran û endamên meclîsê di hedefa hin koman dene. Van koman dem bi dem êrîşîn fîzîkî jî pêk anîn. Dîsa berî demekê, di dema îhaleya rêwitiya nava bajar de, hin koman karmendên şaredariyê derp kiribûn. Hevşaredarên Qersê Şevîn Alaca û Ayhan Bîlgen, êrîşên li dijî şaredariyê û polîtîkayên qeyûman nirxandin.    'QEYÛM XESPA VÎNÊ YE’    Hevşaredar Şevîn Alaca, diyar kir ku piştî hilbijartinên herêmê yên 2014-2019’an polîtîkayên qeyûman li dijî şaredariyên HDP’ê hatin pêşxistin û wiha axivî: “AKP û MHP, hewl didin rejîma yek zilamî li welat daîmî bikin. Ji bo vê operasyonên kumkujiya siyasî li dar dixin. Ev kiryarên dij demokratîkin. Ev hişmendiya darbekar a xespkriina vîna gele. Polîtîkayên qeyûm mîna hilwesta kesên li welat naxwazin demokrasî pêş bikeve pir xirabe. Bi hincetên vale û bêsparte qeyûman tayînî şaredariyên me dikin. Ligel vê jî, gelê me di hilbijartina 2019’an de çû ser sindoqan û dengê xwe dan partiya me.”    DARAZ TIŞTEKÊ NEKE   Alaca, anî ziman ku şaredariyên HDP’ê kirine hedefêû wiha got: “Piştî HDP’ê wê şaredariyên partiyên din ên muxalif jî bikin hedefê. Bi taybetî di pêvajoya pandemiyê de, şaredariyên mûxalîf asteng kirin. Divê hemû kes li dijî qeyûman îtîrazên xwe bînin ziman. Hemû kesên dixwazin ev welat demokratîk bibe, divê dengê xwe bilind bikin û li dijî qeyûman derkevin. Me weke HDP’ê di hilbijartinê de 65 şaredarî qezenc kirin.  Lê niha tenê Şaredariya Bajarê Qersê di destê me de maye. Piştî hilbijartinê pir zêde êrîşî me kirin. Pêla van êrîşan hîna dewam dike. Êrîşî xebatkarên me kirin, êrîşî şaredariyê kirin û li ser medya civakî gef li me xwarin. Bêguman piştî hilbijartinê em zanîbû ku ev êrîş wê pêk bên. Em derbarê êrîşan de gilî kirin. Lê heya niha darazê derbarê êrîşkaran de tu tiştek nekiriye. Ji ber ku derbarê êrîşkaran de lêpirsîn nayê vekirin, carek din hewl didin êrîş bikin. Cesaretê ji darazê digirin.”    AMADEKARIYA TAYÎNKIRINA QEYÛM DIKIN   Alaca, di dewama axaftina xwe de wiha bilêv kir: “Ev hemû êrîş û gef nîşan didin ku amadekariya tayînkirina qeyûm dikin. Ji bo tayînkirina qeyûm hin hêz, piştgiriyê didin kesan. Li welat rojev pir zû tê guhertin. Tu hinceteke qanûnê ya tayînkirina qeyûm tuneye. Li Qersê gelek pirsgirêk hene û ji bo çareserkirina van tişta ji destê me were emê bikin. Li şûna ku em li ser îhtîmala qeyûm bifikirin, em ê têkoşîna xwe ya çareserkirina pirsgirêkên gel dewam bikin.”    KAMPANYAYA ‘TAYÎNKIRINA QEYÛM’   Hevşaredar Ayhan Bîlgen jî, diyar kir ku berpirsiyartiya yekemîn a şaredariyekê, ji bo bajarê lê hatiye hilbijartin xizmetê bike û wiha axivî: “Şaredarivanî; firsetê nade cudkarî, bêmafî, nelirêtî û bertîlê. Li bajêr, derbarê pratîka me ya salekê de tu dilnerihetî, rexne û bertekek tuneye. Berevajî kesên dengên xwe ne dane me jî, dibêjin, şaredarî karê xwe bi dîsîplîn dike û neheqiyê li tu kesî nake. Li bajêr pêwîstî bi gelek xebatan heye. Di rojeva gel de tenê xizmetkirin heye. Lê ligel van hemûyan jî, ji bo tayînkirina qeyûman kampanyayekê bi rêve dibin. Xebatên şaredariyê manîple dikin û hewl didin bi vî awayî qeyûm tayîn bikin. Dîsa di dema îhaleya veguhastina nava bajêr de, hin koman bi ser şaredariyê de girtin û dirûşmeyên ‘qeyûm tayîn bikin’ berz kirin. Ev parçeyekê vê armancê ye.”    DARBÊ LI JIYANA BI HEVRE DIDIN   Bîlgen, da zanîn ku kes guh nade daxwazên tayînkirina qeyûm û wiha bilêv kir: “Tu rewabûna van kom û qeyûm tuenye. Tiştekê ku em jî hesap nedin tuneye. Tu xebatekê ku sûc be me nekiriye. Em baş dizanîn ku, her biryarekê ku em derbarê bajêr de bigirin, rîskên xwe yên siyasî hene. Bi tayînkirina qeyûm wê gel ceza bikin û vîna gel nas nekin. Bi vê dixwazin darbeye li jiyana bihev re bidin. Tu hinceteke ku qeyûm tayîn bikin tuneye. Lê dibe ku bikin jî. Li Tirkiyeyê me şahidiya gelek bûyerên dîrokî yên siyasî kirine.”   WÊ HESAB BIDIN GEL    Bîlgen, diyar kir ku ew jêderkên ji bo bajêr tên, ji bo gel bi kar tînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Heya ku em şaredariyê bi rêve bibin, wê kes nekare ji derveyî vê tiştek din bike. Ev jêderk û derfet, jêderkên bajarin. Em tenê bi rêve dibin. Ji ber vê, kesên dikevin nava bendewariyek wiha,  ew kesên bêçarene. Ji bêçaretiya xwe, tiştên cuda dikin hincet. Diyare wê vê biceribînin. Em nizanîn ka wê serkeftîbin an na. Lê di vê mijarê de em ê qet gav paşve na avêjin, em ê netirsin û nekevin pozîsyonek poşmanbûnê. Ji bo bajêr karên pir lezgîn ên divê em bikin hene. Me bernameya hemûyan derxistiye. Ger di encamê de siyasetek cuda pêş bikeve jî, wê hemû kes hesabê vê yekê bide gel.”    MA / Adnan Bîlen