Ji bo Meşa Demokrasiyê bang kirin 2020-06-10 09:58:13 STENBOL - Wekilên HDP'ê ji bo Meşa Demokrasiyê ku ji Edîrne û Colemêrgê bimeşin Enqereyê banga tevlêbûnê kirin. Wekilan xwest hemû kesên alîgirê heq, hiqûq, edalet û demokrasiyê tev li meşê bibin.  Rêxistina Partiya Demoratîk a Gelan (HDP) piştî Wezîrê Karên Hundir qeyûm tayînî 45 şaredariyên wan kirin û 2 parlamenterên wan hatin girtin, biryara Meşa Demokrasiyê ku di 15'ê Hezîranê de ji Colemêrg û Edîrneyê ber bi Enqereyê ve bimeşin dan. Hevseroka KCD'ê û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven piştî hat girtin duh hat berdan. Lê Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Musa Farisogullari hêj girtî ye. Dîsa Hevserokên HDP'ê yên berê Selahattin Demirtaş û Fîgen Yuksekdag, Hevseroka Giştî ya DBP'ê ya berê Sebahat Tuncel û Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Fultan Kişanak û Adnan Selçuk Mizrakli jî di navde bi dehan parlamenter û hevşaredar girtî ne. HDP dê Meşa Demokrasiyê heta 20'ê Hezîranê li Enqereyê bi dawî bibe. Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Erol Katircioglu, diyar kir ku ev biryara HDP'ê tenê piştî betalkirina parlamenteran nehatiye girtin û wiha got: "HDP partiya sêyemîn a Tirkiyeyê ye. Li Tirkiye zext her ku diçe zê de dibin. Divê li dijî van zextan em dengê xwe bilind bikin. Ji bo li dijî van zextan em dengê xwe bilind bikin me ev plan da pêş xwe. Li hin cihan dê bi awayekî karwan meş çê bibin. Li hin cihan jî dê bi piyan meş çê bibin. Mînak em ê bimeşin Qada Taksimê û li wir daxuyaniyê bidin çapemeniyê."    Katircioglu, anî ziman ku ew li Tirkiyeyê partiyek rewa û zagonî ne û gotinên ku divê li Tirkiye bêne gotin tînin ziman. Îqtîdara AKP'ê dixwaze îqtîdara xwe berdewam bike. Lê êdî kes li pey wê naçe. Ji ber vê yekê zextan zêde dike. Divê li dijî van zext û tundiyê em dengê azadî û demokrasiyê bêtir bilind bikin. Di vê pêvajoyê de pêwist e hemû kesên aştî, demokrasî û edaletê diparêzin û dixwazin piştgiriyê bidin vê Meşa Demokrasiyê. Di vê pêvajoya ku wekî em sûc dikin nîşan didin de lazim e em ji her kesî re vebêjin ku em siyaseta sivîl û demokratîk dimeşînin. Em hevî dikin ku her kesê aştî û demokrasiyê dixwaze piştgiriyê bidin meşa me.    KENANOGLU: LI DIJÎ ZEXTAN MEŞA DEMOKRASIYÊ    Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Ali Kenanoglu jî anî ziman ku wan berê plana çalakiyan a 3 mehan amede kiribû û wiha got: "Di vê pêvajoyê de çalakiyên demokrasiyê yên li dijî darbeyan dê derkeve pêş. Di çarçoveya van planan de Meşa Demokrasiyê ku ji Edîrne û Colemêrgê dest pê bike û li Enqerebi dawî bibe jî heye. Ev meş di pêvajoya ku zext û tundî li ser partî, rêxistinên sivîl û demokratîk zêde dibin û tundiya polîsan zêde dibe de em li dar dixin. Ji ber ku êdî bi axaftinên li meclîsê rê li pêş van zext û tundiyan nayê girtin û ev zext û tundî bi helwesta rêxistinên sivîl û demokratîk dê bi dawî bibe. Ji ber vê yekê ev plan hat amadekirin. Îqtîdar ji meşê tidirse.  Êdî dema 3 kes derdikevin kolanê ji meşa 3 kesan ditirse.    MA / Ferhat Çelik