Bêcezahiştin binpêkirina mafan zêde dike 2020-06-10 09:48:28 EDENE – Cihêkarî û nefreta li dijî sûriyeyiyan her roj zêdetir dibe. Seroka Komeleya Sifir Cihêkariyê Elmas Arûs, diyar kir ku pêvajoyên bêcezahiştinê bûne sedema zêdebûna îhlalan. Li gorî daneyên Komeleya Penaberan ên 15’ê gulana 2020’an, hejmara sûriyeyiyên ku li Tirkiyeyê di bin kontrola demkî de ne 3 milyon û 579 hezar û 332 kes in. Tê gotin ku ji bilî daneyên fermî ji 4 milyonan zêdetir sûriyeyî li Tirkiyeyê dijîn. Sûriyeyiyên ku berpirsyarên bûyerên ku diqewimin tên nîşandan, di her firsendê de êrîş li wan tê kirin, mal û kargehên wan tên talankirin û koçberî li wan tê ferzkirin. Herî dawî di 7’ê hezîranê de li taxa Ûzûnkavakê ya navçeya Reyhanli ya Hatayê, welatiyê bi navê Taha B. êrîşê cîranên xwe yên sûriyeyî kiribû û zarokê wan ê 2 salî yê bi navê Halîd Yûsûf kuştibû û kalê wî Mûhammed Yûsûf jî birîndar kiribû. Bi vê bûyerê asta nefreta li hemberî sûriyeyiyan careke din derket holê. Taha B. bi van gotinan, “Ez serxweş bûm, min gule reşand derdora xwe” xwe parast.   ‘EM Ê TÊBIKOŞIN’   Seroka Komeleya Sifir Cihêkariyê Elmas Arûs, diyar kir ku kuştina Yûsûf binpêkirina mafê jiyanê ye û wiha got: “Ji ber bûyerên wiha bêceza tên hiştin binpêkirinên mafan zêde dibin. Ji bo xurtkirina têkoşîna li hemberî bêcezahiştinê, şopandina vê dozê girîng e.”   MA / Hamdûllah Kesen