Li Heskîfê qesra 900 salî di bin avê de ma 2020-06-10 09:25:57 ÊLIH -  Li Heskîfê cihê bi navê Qesra Biçûk a 900 salî jî di bin Bendava Ilisûyê de ma.    Li heskîfa dîrokî ku ji ber Bendava Ilisûyê di bin avaê de ma, di bin navê parastina qadên dîrokî de rêbaza "enjeksiyonê" hat bikaranîn û deverên dîrokî hatin betonkirin. Bi vê rêbazê bi dehan şikeft hatin betonkirin û dora dîwarên kelehê jî bi betonê hatin girtin. Çendî ku hat gotin tevdîr hatine girtin jî lê belê derket holê ku Qesra Biçûk a 900 salî di bin avê de maye.    Qesra Biçûk ku aydê dema Eyûbiyan e û temenê wê nêzî 900 salî ye, di bin avê de ma. Piştî hêdî hêdî di bin avê de ma Wezareta Çandê li qesrê û dor qesrê dest bi lêkolînê kir. Li gor agahiyên bi dest ketine hat diyarkirin ku av ji deverên di bin betanê de mane tê û ketiye qesrê.   Li ser vê em jî çûn cihê ku Qesra Biçûk lê ye. Cihê ku av tê re davê bi çavan tê dîtin û kar û barên ji bo derxistina ava di qesrê de jî didome. Lê belê nehat hînbûn ku ev yek zirareke çawa daye qesrê.    MA / Metîn Yoksû