Erdê xwe bifiroşe jî heqê fatûreyên DEDAŞ'ê dernaxe 2020-06-10 09:24:59 MÊRDÎN - Yek ji cotkarên ku DEDAŞ'ê ew mexdûr kirine Orhan Temel, anî ziman ku ji xeynî lêçûnên xwe heger erdê xwe gişî bifiroşe jî wê nikare di nav 75 rojan de 375 hezar TL cezayê ku lê hatiye birîn bide.    Şîrketa Belavkirina Ceryanê (DEDAŞ), di 14'ê Gulanê de bi hinceta "deyn nehatine danîn"  ceryana zêdetirî 40 tax û gundên girêdayî Qoser û Dêrika Mêrdînê birîbû. Ji ber ku ceryan hatiye qutkirin pompeyên avê yên gundiyan jî naşixulin û ji ber vê gundî bê av mane. Her wiha fatûreyên ku DEDAŞ'ê birîne jî balê dikişîne. Yek ji cotkarên ku DEDAŞ'ê ew mexdûr kiriye jî Orhan Kemal e. Kemal li gundê Selmê yê Dêrikê dijî û DEDAŞ'ê tenê ji bo 75 rojan jê re fatûreyeke 375 hezar TL şandiye.    EZ Ê ÇAWA BIDIM?    Temel, anî ziman ku ji bo ceryana ku di navbera 30.07.2019 û 17.10.2019'an de bi kar aniye 375 hezar TL deyn dane ber wî. Temel, diyar kir ku 60 donim garis çadiye û tişta ji vî erdî bi dest wî dikeve 35 hezar TL ye û ji vî perî jî 17 hezar TL heqê gubre, derman û mazotê ye û got: "Heqê ceryanê pir zêde ye. Ev fatûra a 75 rojî ye. Bi giştî 95 donim erdê min heye û bedêla wî 300 hezra TL ye. Hûn bifikirin îja ez ê çawa bidim?"    Temel, anî ziman ku ji bo heqê fatûreyan neyên dayîn fatûreyên wisa giran ji wan re tên şandin û got: "Paşê di televîzyonan de ji bo herêma me re dibêjin diz e. Dibêjin heqê ceryanê nadin. Wekî ku gelê herêmê zilmê li şîrketa ceryanê dike nîşan didin. A rat ev e; DEDAŞ zilmê li gel dike. Armanca wan ew e ku li herêmê cotkarî neyê kirin."    Temel, destnîşan kir ku divê cotkar hemû li dijî DEDAŞ'ê xwedî helwest û biryar bin û got: "Li dijî DEDAŞ'ê divê em bitêkoşin."    Şêniyê gund Veysî Taşkiran (33) jî anî ziman ku DEDAŞ bêyî ku li saetên ceryanê binere bi awayekî kêfî fatûreyan li wan diire û got, gava li dijî vê derdikevin jî cezayeke pereyî yê giran li wan tê birîn. Taşkiran, diyar kir ku 40 donim garis çandiye û got, DEDAŞ'ê xwestiye bera çinînê fatûreyê li wan bibire lê belê ji ber ku li ber vê rabûye pêşî 80 hezar TL, dû re jî 70 Tl cez alê hatiye birîn.    Taşkiran, bilêv kir ku ji ber fatûreyên DEDAŞ'ê êdî nikarin çandiniyê bikin û got, ji niha û pê ve wê çandiniyê neke.    MA / Omer Akin