Kesê xwest destdirêjiya zarokekê bike hat girtin 2020-06-09 16:13:22   AMED - Li Yenîşehîrê, zilamê 52 salî M.H. ê xwest destdirêjiya zarokek 10 salî bike, hat girtin.    Li navçeya Yenîşehîr a Amedê, zilamê 52 salî M.H. ê di 7’ê Hezîranê de xwest destdirêjiya zarokek 10 salî bike hatibû binçavkirin. M.H. piştî li Midûriyeta Polîsan îfade da, sewqî edliyê hat kirin. Dozgerê îfadeya M.H. girt bi daxwaza girtinê şand Dadgeha Cezayê Sûlhê. Dadgehê bi sûcdariya “îstîsmara zayendî” M.H. girt û şand girtîgehê. Hat diyar kirin ku zarokê mexdûr ê ji cihê bûyerê tirsiya û reviya, heya niha nehatiye dîtin.