Şerê QSD li Dêrazor didome: 70 DAIŞ'î hatin girtin 2020-06-09 15:52:14   NAVENDA NÛÇEYAN - QSD, şerê Pêngava Tunekirina Terorê ku bi piştgiriya Koalîsyona Navneteweyî dimeşîne, li Dêrazor didome. QSD'ê ragihand ku heta niha 70 endamên DAIŞ'ê girtine.    Şerê QSD'ê yê li Dêrazor ku li dijî DAIŞ'ê dimeşîne didome. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) şerê QSD`ê ku di 4`ê Hezîranê de Pêngava Tunekirina Terorê dabû destpêkirin didome. Li gorî fermandarên QSD`ê  zêdetirî 7 hezar şervan tev li pêngavê bûne. Pêngava ku bi armanca şaneyên DAIŞ`ê tune bike hat destpêkirin di rojên dawîn de li herêmên başûrê Hesekê, gundewarên bakur û rojhilatê bajarê Dêrazorê tevgera wan zêde bûye.  Li gundewarên bakurê rojhilatê Dêrazorê şervanên QSD`ê û hêzên Koalîsyona Naventeweyî operasyonên berfireh dikin. Balafirên koalîsyonê ji roja destpêkê ya pêngavê ve li asîmanê herêmê digerin. Fermandarên QSD`ê ku tev li pêngavê bûne, tevî germahiya zêde û bahozên tozê li çolistanê, pêngav bi armanca tunekirina şaneyên DAIŞ`ê didome. Der barê bûyerên li çolistanê diqewimin û sedemên tedbîrên ewlehiyê û operasyonên berfireh de fermandarekî QSD`ê ji ANHA`yê re destnîşan kir ku çolistan berfireh e, derfet dide terorîstên DAIŞ`ê ku belav bibin û xwe ji ber çavan winda bikin. Fermandar diyar kir ku çeteyên DAIŞ`ê hewl didin sûd ji çolistanê wergirin û hêzên wan ên leşkerî û sivîlên herêmê bikin hedef, tevgera wan zêde bûye û tekez kir ku heta niha zêdetirî 70 çete li çolistanê girtine.   Pêngava Tunekirina Terorê di roja 6`emîn de didome. Şervanên QSD`ê heta van kêliyan zêdetirî 70 kesên ku guman li ser wan heye ku têkiliya wan bi DAIŞ`ê re heye, girtin. Ji wan kesên ji Sûrî, Iraq û Lubnanê ne her wiha yek ji endamên rêxitina El-Qaîde ye.