Lêdana 'weke terorîstan mêze dikî' lê kirin 2020-06-09 12:18:55 AMED - Li Amedê malbatên ku polîsan bi ser malên wan de girtî, diyar kirin ku polîsan heqaret û îşkence li wan kiriye û ji wan re gotine ‘hûn hemû terorîst in.’ Polîsan ji Şenay Haymeyê re jî gotin "tu weke terorîstan mêze dikî" pehîn li rûyê wî xistin. Polîsan serê sibê bi ser avahiya Komeleya Piştevaniyê ya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) û malên rêveberên komeleyê de girt. Polîsan di serdegirtina komele û malan de derî bi zorê vekirin, lêgerîn kirin, dûre 6 endam û rêveberên komeleyê binçav kirin. Polîsan di serdegirtina malan de Hevserokê Komeleya TUAY-DER'ê Mehmet Emîn Guzel, endama TUAY-DER'ê Muşeher Ulker, rêveberê berê yê TUHAD-DER'ê Menaf Kur, Endamê Meclîsa Şaredariya Rezan a Amedê Abdulvahit Dogrû, Rêveberê TUAY-DER'ê Şafî Hayme, Rêvebera TUHAD-DER'ê ya berê Leyla Ayaz binçav kirin. Malbata Hayme û Ulker ji Ajansa Mezopotamyayê re axivîn.   ‘HÛN TEV TERORÎST IN’    Hevjîna Şafî Hayme Şaîde Hayme ya 62 salî diyar kir ku polîsan di saetên serê sibê de ser mala wan de girtin û wiha axivî: “Polîs hatin derî xistin.  Me çawa derî vekir çek xistin serê me em tahn dan û heqaret li Şafî kirin û li kulm lê xistin. Min got hûn çidikin. Hatin porê min girtin û ez li erdê dam rûniştin. Ji me re xeber gotin. Pir heqaret li Şafî kirin. Gotin ‘hûn tev terorîst in. Çima li zarokên xwe xwedî dernakevin. Terorîst nebûya te zarokên xwe ne dişandin çiya.’ Agir ji devê wan dibarî. Ka me çi kirî ye? Gelek caran ser mala me de girtine lê weke vê carê me heqaret nedîtiye.” Hayme, anî ziman ku polîs bi çavê terorîstan li wan dinêrin û wiha got: “Dîn, îman û wijdana bi wan re tune ye. Dibêjin em ê kurdan tune bikin. Em hene tune nabin. Bila vê yekê baş bizanibin. Gel êdî natirse. Heta dawiyê em ê li pey doza xwe bin.”   ‘PÊKANÎNEKE HOVÎTÎ YE’   Keça Hayme, Şenay Hayme a 23 salî jî da zanîn ku ji ber ku bertek nîşanî îşkencekirina bavê xwe da ew jî rastî îşkenceyê hat û wiha got: “Dema li bavê min xistin min li wan qîr kir û ji wan re got hûn çi ji mirovên îxtîyar dixwazin? Pêhn li min xistin û ez avêtim erdê. Pişt re hatin ser pişta min. Ji min re gotin ‘çeka te heye derxîne. Terorîstbûna xwe qebûl bikin.’ Li ser hev pêhn li min xistin. Ji dê û bavê min re gelek xeber gotin. Ez xemgîn bûm. Ji min re gotin ‘ji xwe careke din em ê ji bo te werin. Dîsa yek bi yek li pişta te siwar bin.’ Min li wan nêrî. Gotin ‘bi çavê terorîstan li me ne nêre, çavên xwe bigire.’ Ev pêkanîn hovîtî ye.”   ‘DEHF DA LI DÎWÊR XIST’   Malbata Muşeher Ulker jî dazanîn ku polîs bi pêlavan ketin hûndirê malê û rûpoş jî li xwe nekiri bûn. Malbatê diyar kir ku flamaya kesk, sor û zer polîsan avêt erdî bi piya çûn ser û wiha got: “Ji me re gotin hûn terorîst in. Gelek heqaret li me kirin.” Malbatê anî ziman ku polîsan Ulker dehf da li dîwarî xist û heqaret lê kirin.