Parêzer li dijî 'mirina sivîl' têdikoşin 2020-06-09 09:55:47 STENBOL - Parêzerên ku bi hinceta der barê wan de lêpirsîn heye ruhsatên wan hatine betalkirin, rewşa xwe wekî "Mirina sivîl" pênase kirin û gotin "Em ê  li dijî mirina sivîl têbikoşin.  Di salên dawî de gelek parêzerên ku staja xwe xelas kirin û ji bo rûhsatê serledan kirin, bi hinceta der barê wan de lêpirsîn û doz heye, ruhsata wan nadin wan. Bi hezaran parêzer ji ber der barê wan de lêpirsîn heye nikarin rûhsata parêzeriyê bistînin. Hin parêzerên ku bi rêya Baroyên Bajaran û Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) ruhsatên xwe girtin jî dîsa der barê wan de ji bo rûhsat bê betalkirin Wezareta Dadê ji bo rûhsata wan bê betalkirin doz vekir.    Komek parêzerên ku nikarin ruhsata xwe bigirin û parêzerên ku ruhsata wan hatiye betalkirin ji bo dengê xwe bilin bikin, di 23'ê Gulanê de Koordînasyona li Dijî Xespa Rûhsatê ava kirin. Koordinasyon, dixwazin xala fikra 3'emîn a Xala 5'an a Zagona Parêzeriyê ku rê li pêş mafê wan digire û wan mexdûr dike bê rakirin.  Li gorî vê xal û fikrayê, parêzerên ku zêdeyî 2 salan girtî mane û li dijî ewlehiya dewletê sûc kirine ruhsata wan tê astengkirin. Heta ku ev lêpirsîn bi dawî bibe parêzeriya wan tê aliqandin. Endamên koordinasyonê ji bo vê xala ku li pêş mafê wan dibe asteng bê guhertin ketin nava hewldanan.    Endamê Koordînasyonê Huseyîn Alî Kudred ku 17 sal ceza lê birîn û dosya şandin Dadgeha Bilind, nikare rûhsata parêzeriyê bistîne. Kudret, anî ziman ku di xalên zagonê de nakoki hene û wiha got: "Di benda yekemîn de diyar dike ku divê hikûm hatibe teqezkirin û encamkirin. Di benda 3'emîn ku di sala 1986'an de lê hatiye zêdekirin de jî diyar dike tenê lêpirsîn hebe bes e. Benda 3’emîn li dijî mafê rêgeza masumiyetê ye. Li gorî Danezana Gerdûnî Ya Mafên Mirovan heta ku teqez cezayê wî neyê erêkirin ew mirov bêsûc û mahsûm e. Ji bo ceza teqez bibe jî divê pêvajoya temyîz û îstinafê bi dawî bibe. Yanî divê dadgehên bilind biryarê bidin. "    Kudret, anî ziman ku dadgehên yekemîn nikarin vê biryarê bidin û wiha got: "Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) diyar dike ku teqez lazime ku pêvajoyên hiqûqî bi dawî bibin. Kudret, bal kişand ser rapora Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan a bi navê "Li Tirkiye mafê parastinê û darizandina adîl di bin êrîşê de ye" û wiha got: “Li gorî vê raporê di sala 2018'an de li gorî daneyên Wezareta Dadê ji sedî 17 mirovên girtî (44 hezar û 930 kes) bi sucdariya "Rêxistina terorê" girtî ne. Dîsa bi heman sucdariyê bi deh hezaran mirov serbest têne darizandin. Divê mirov bi hêsanî bi sucdariya 'Rêxistina terorê' neyên tawanbarkirin. Divê rêgeza masumiyetê li pêş be.    Kudret, destnîşan kir ku ev zagon û bendên zagonê li dijî pîvanên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ye û wiha bi dawî kir: "Ev xal li dijî mafê xebatê ye. Bi vê yekê mafê xebatê tê îhlalkirin. Parêzer ne girêdayî wezaretê ne. Pîşeyekî serbest e. Divê bi zagonan rê li pêş xebata wan nayê girtin. Bi vê yekê mafê me yê xebatê îhlal dikin. Li dijî Destûra Bingehîn û li dijî rêgezên gerdûnî ne. Divê baroyên bajaran li dijî vê yekê bêtir dêbikoşin û doza vî mafî bikin.    'MIRINA SIVÎL LI SER ME FERZ DIKIN'    Endama Koordinasyonê Evîn Kiliç jî anî ziman ku ji bo rûhsatê bistîne di sala 2018'an de serî li Yekîtiya Tabîban a Tirk (TBB) daye, lê serlêdana wê hatiye redkirin. Di sala 2019'an cara duyemîn serî lê da. Dîsa bi hinceta lêpirsîna der barê min de didome, ruhsat hat betalkirin. Mirina sivîl ku anîn serê memûrên bi KHK'ê hatin dûrxistin, heman tiştî li me ji dikin. Ev mirina sivîl e. Tundî û zextên ku li ser hêzên muxalif rojnameger, akademîsyen û siyasesetmedaran dikin îro heman tiştî li me jî dikin. Em bang dikin ku em bêtir piştevaniyê xurt bikin û li dijî van xalan dengê xwe bilind bikin."    Parêzer Ozge Akyuz  jî anî ziman ku demek dirêj e mafê wê yê parastinê hatiye xespkirin û wiha got: "Dixwazin mafê parastinê bitepisînin. Dixwazin xwendekaren falulteya hiqûqê ji mafê xwe dûr bixin. Bi hezaran xwendekarên fakulteyên hiqûqê piştî 16 salan dixwînin. Lê dîsa pêşeroja wan aloz e. Em bi vê yekê dibînin ku êdî daraz ketiye konrola siyasetê."    MA / Tolga Guney