Zarokê sûriyeyî qetilkirin 2020-06-09 09:42:14   HATAY – Li navçeya Reyhanliyê, welatiyê bi navê Taha B, êrîşê cîranê xwe malbata Yûsûf kir û zarokê 2 salî Halîl Yûsûf kuşt.   Li taxa Ûzûnkavak a navçeya Reyhanliyê ya Hatayê, welatiyê bi navê Taha B. Di 7’ê hezîranê de êrîşî cîranê xwe malbata Yûsûf a penaber kir. Di êrîşê de Taha B., zarokê malbata Yûsûf ê 2 salî yê bi navê Halîl Yûsûf kuşt û kalê wî Mûhammed Yûsûf jî bi giranî birîndar kir. Taha B. ji aliyê cendirmeyan ve hat binçavkirin û tedawiya Mûhammed Yûsûf jî li Nexweşxaneya Dewletê ya Kirikhanê tê kirin. Di dîmenê ku li ser medya civakî hat parvekirin de tê dîtin ku Halîl Yûsûf bi awayekî birîndar bi motorsîkletê radikin nexweşxaneyê. Tê bihîstin ku kesê Yûsûf dibe nexweşxaneyê ev tişt dibêje: “Xwedayo ev zarok e. Tirkek wî qetil kir.” Gelek kesan jî li ser medya civakî parvekirinan kirin û diyar kirin ku bûyer sûcekî nefretê ye.