Hişyariya ji bo Cizîrê: Di dewetan de zincîra vîrûsê çênekin 2020-06-09 09:17:42 ŞIRNEX – Hevserokê Şaxa SES’ê ya Şirnexê Ûmût Çîmen, diyar kir ku sedema zêdebûna weqayên vîrûsa koronayê yên li Şirnexê xemsariya rayedaran e û ev tişt got: “Di dewetan de zincîrên vîrusê çênekin. Bêyî berdevk dernekevin derve.”   Bi destpêkirina pêngavên “asayîbûnê” re li gel bajaran hejmarên weqayên vîrûsa koronayê zêde bûn. Yek ji van bajaran jî Şirnex û navçeyên xwe ne. Bi taybetî jî di rojên dawîn de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê hejmarên weqayên vîrûsa koronayê gelek zêde bûne. Hevserokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) ya Şirnexê Ûmût Çîmen, derbarê rewşa heyî ya li bajar û navçeyan axivî û diyar kir ku ji bo pêvajoya “asayîbûnê” hê zû ye wiha got: “Sedema zêdebûna weqayên vîrûsa koronayê yên li bajar kêm girtina bergiriyan a rayedarên herêmî ye.”   DANE NE ZELAL IN   Hevserok Ûmût Çîmen, bal kişand ser nêzikbûna dewletê ya li hemberî vîrûsa koronayê û vê derbarê de ev tişt gotin: “Amûrên parastina ji vîrûsa koronayê li bajar kêm in. Pêvajoya asayîbûnê jî ne ji bo tenduristiya civakê ji bo parastina sermayeyê hatiye destpêkirin. Li dijî vîrûsê ji aliyê Miduriyea Tenduristiyê ya Bajar ve xemsariyek heye. Daneyên heyî yên li bajar ne zelal in.”   HIŞYARÎ   Çîmen, destnîşan kir ku vîrûsa koronayê hê jî bi dawî nebûye û xwest ku cizîrê li hemberî vîrûsê baldar bin û ev hişyarî kir: “Heta ku em negerin vîrûs nagihîje me. Heta ku mirovên ne neçar bin bila dernekevin derve. Teqez bê berdevk dernekevin. Bi mirovan re têkiliya zêde daneynin. Her roj li Cizîrê hejmara weqayan zêde dibe. Divê cizîrê teqez xwe ji şîn û şahiyan biparêzin. Em di dewetan de zincîrên vîrûsê çênekin.”   MA / Mahmût Rûvanas