Hem distrên hem diçinînin 2020-06-09 09:07:53 ŞIRNEX - Piştî dinya germ bû, şirnexiyan jî bi tirpanê dest bi çinîna guha kirin. Di ber çinînê re jî distrên.    Li Şirnex û navçeyên wê çinîna zad, nefel û gihayan dest pê kir. Li navenda bajêr, li navçeya Qileban, Basan û Bêşebabê li deverên biqelaç welatî bi das û tirpanan dest bi çinînê kirine. Her wiha gava welatî zad, nefel û gihayan diçinînin di ber re jî strana "Pale Pale" dibêjin.    Gurgîn Saît, anî ziman ku gava distrên karê xwe zûtir dikin û got, îsal ji ber şilî zêde bûye giha jî zêde ye. Saît, diyar kir ku ji ber ku debara xwe bi sewalvaniyê dikin giha diçinînin û got: "Ji xeynî sewalvaniyê karekî ku em bikin tuneye. Ji ber ku traktor nikare bê vira, em mecbûrî bi tirpan û dasê karê xwe dikin. Gihayê ku em diçînin dikin çît, hişk dikin û li deverekê lod dikin. Dû re em li patosê dixin û zivistanê jî didin heywanên xwe."    MA / Mujdat Can