Polîsan bi ser malan û TUAY-DER'ê de girtin: 6 rêveber binçav kirin 2020-06-09 07:32:49   AMED - Polîsan serê sibê li Amede bi ser komeleya TUAY-DER'ê û malên rêveberên komeleyê de girt. Polîsan di serdegirtina malan û komeleyê de 6 kes binçavkirin.      Polîsan serê sibê bi ser avahiya Komeleya Malbatên Girtiyan TUAY-DER'ê û rêveberên komeleyê de girt. Polîsan di serdegirtina malan û komeleyê de derî bi zorê vekirin û lêgerîn kirin û 6 endam û rêveberên komeleyê binçav kirin. Polîsan di serdegirtina malan de Hevserokê Komeleya TUAY-DER'ê Mehmet Emîn Guzel, endamê DUAY-DER'ê Muşeher Ulker, rêvebrê berê yê TUHAD-DER'ê Menaf Kur, Endamê Meclîsa Şaredariya Rezan a Amedê Abdulvahit Dogru, Rêvebera DUAY-DER'ê Şafî Hayme, Rêvebera TUHAD-DER'ê ya berê Leyla Ayaz binçav kirin. Malbatan diyar kirin ku polîsan alav û amûrên wan tev li hev kirin û tundî li ser endamên malê kirin. Tê gotin ku polisan bi ser gelek malên din de jî girtine.