DFG: Hafiz qetil kirin lê pênûs û kameraya wî li erdê nema 2020-06-08 13:13:41 AMED – DFG’ê nûçegihanê rojnameya Ozgur Gundemê Hafiz Akdemîr ê di 8’ê Hezîrana 1992’yan de hat qetilkirin bibîr anî û diyar kir ku pênûs û kameraya wî li erdê nema. Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firat (DFG) bi daxuyaniyek nivîskî nûçegihanê rojnameya Ozgur Gundemê Hafiz Akdemîr ê di 8’ê Hezîrana 1992’yan de li navçeya Sûrê ya Amedê hat qetilkirin bibîr anî. DFG’ê di daxuyaniya xwe wiha got: “Li Tirkiyê ji bo mirov bibe şopdarê heqîqetê bedelên mezin hewce dike. Îro li ser van şopdarên heqîqetê yên li vê axê zextên giran hene. Li ser vê axê duh jî navê vê zextê kuştin û qetil kirin bû. Kedkarên çapemeniya azad ji bo rastiyê bigihînin gel di encama têkoşînê de hatin girtin, binçavkirin, hatin windakirin û carna bi yek gulê hatin qetilkirin. Nemaze li Kurdistanê ji bo ku kar û barên ewlet, Hîzbûl-Kontra kirin nûçe bi bêbextî hatin kuştin. Yek ji van hevalên me jî Hafiz Akdemîr bû. Hafiz Akdemîr bi salan di hepsê de ma û piştÎ hat berdan li Rojnameya Yenî Ulkeyê dest bi nûçegihaniyê kir. Pişt re jî li Ozgur Gundemê vê kevneşopiyê domand. Hafiz Akdemîr ji ber ku gelek rastiyan derdixst holê, hêzên kontra gelek caran ew tehdît kirin. Hafiz qetil kirin lê bele me pênûs û kameraya wî li erdê nehişt. Em Hafiz Akdemîr bibîr tînin û em ê bibin şopdarê rêya têkoşîna wî.”