Zilam li Arnavutkoyê jinek kuşt 2020-06-08 11:04:01   STENBOL - Li Arnavutkoy a Stenbolê Veysî Çelîk ê bi Hatice Çelik re zewicî bû, li kolanê Hatîce Çelîk kuşt.    Li navçeya Arnavutkoy a Stenbolê Veysî Çelîk ê bi Hatice Çelik re zewicî bû, di saetên serê sibê de li nava kolanê Hatîce Çelîk kuşt. Piştî Veysi Çelîk û Hatîce Çelîk li malê niqaş kirin, Hatîce Çelîk derket kolanê. Veysî Çelîk jî bi çekê da ser pişta Hatîce Çelîk. Veysî li kolanê Hatîce Çelîk kuşt. Hatice Çelik li cihê buyerê jiyana xwe ji dest da. Veysî jî piştî hevjîna xwe kuşt reviya. Lêgerîna Veysî Çelîk didome.