Bi wêneyan talankirina dîrok, çand û xwezayê 2020-06-08 09:28:53 ÊLIH – Seranserî Geliyê Dîcleyê yê li Heskîfê ava Bendava Ilisûyê daqûrtandiye. Navenda Heskîfê, bi hezaran şûnwarên dîrokî û bi dehan gund di bin avê de mane. Avê her dever kiriye wek deştek rast. Navçeya Heskîfê ya 12 hezar sal dîroka wê heye ku bi ser Êlihê ve ye, bi temamî di bin ava Bendava Ilisûyê de ma. Par havînê deriyê ango qapaxên Bendava Ilisûyê hatin girtin. Av zêde bû û rabû. Zivistanê av gihîşt navenda Heskîfê û hêdî hêdî hemû şûnwarên dîrokî di bin avê de man. Bi rabûna ava biharê re Heskîf û bi dehan gund û bi hezaran eraziyên çandiniyê di bin avê de man.   Pingara avê niha gihîştiye heta nêzî serê duava Çemê Dîcleyê û Çemê Êlihê ku li pişt çiyayê Ramanê digihîjin hev. Li aliyê din jî pingara avê bi geliyê Botanê ve rabûye û heta texma Sêrtê çûye.   Geliyê Dîcleyê yê li seranserî Heskîfê niha hemû di bin avê de maye û dema mirov li vî geliyî dinihêre êdî nayê nas kirin. Wek cihek biyanî xûya dike. Navenda Heskîfa dîrokî, bi hezaran şikeft, pira Heskîfê û gelek gundên li ser rêya Heskîfê daqûrtîne avê.   KUMIKÊ KELEHÊ LI QERAXÊ AVÊ MAYE   Kumê Keleha Heskîfê li qeraxê avê maye. Tê gotin dê ew kumê Keleha Heskîfê yê maye jî bikin wek bendergeha kêf û geştê. Ji hemberî Kelehê li qeraxê aliyê “Heskîfa nû” bi qeyik û qeştiyan xelkê bibin Kelehê.   DÎROK Û XWEZA HATIYE TALANKIRIN   Lê dema mirov diçe hemberî texma Heskîfa qedîm tu tiştek xûya nake û dîroka ku ji gelek şaristiyanan re malovaniyê kiriye di bin avê de maye. Hemû şûnwarên dîrokî yên ji Heskîfa kevn hatin barkirin û birin cihê “nû” jî li wê aziyê ango li cihek bêxwedî mane.   Me xwest em bi çend wêne û dîmenan daqûrtandina Heskîfê nîşanî we bidin. Wêne û dîmen jî radixin ber çavan ku dîrok, çand û xweza hatiye talankirin.   MA / Bîlal Guldem