Hevalên Gulistan Doku: Ji bo lêpirsînê hêj tu gav nehatiye avêtin 2020-06-08 09:28:01 DERSÎM - Xwendekara Zanîngeha Munzurê Gulistan Doku piştî winda bû 156 rojin agahî jê nayê girtin. Hevalên Gulistan Doku diyar kirin ku heta niha ji bo lêpirsînê û dîtinê tu gav nehatiye avêtin. Hevalên Doku destnîşan kirin ku Gulistan ne kesek întîhar bike.  Xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulistan Dokû a 21 salî di 5’ê çileyê de li Dersimê winda bû. 156 roj in agahî jê nayê wergirtin. Ji xebatên lêgerînê yên ku bi mehan e ji bo dîtina Dokû tên kirin, tu encam derneketin. Tê gotin ku lêpirsîna derbarê bûyerê tê kirin, bi bandor nayê meşandin û li ser vê gelek nîqaş tên kirin. Rêxistinên sivîl û xwendekar pirsa xwe ya “Gulistan Dokû li kudere?” didomînin. Hemû gumanên bûyerê hevalê Dokû Zaînal Abarakov nîşan didin. Li bajar herkes dizane ku Dokû bûye qurbanê cînayetê. Lê ji ber ku bavê Abarakov polis e, ji aliyê rayedaran ve bûyer weke “întîharê” tê nîşandan. Malbata Dokû, bi Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû, Waliyê Dersimê, Midurê Polîsan yê Dersimê û dozgerê ku lêpirsînê bi rê ve dibe re hevdîtin kir. Rayedaran, her tim ji malbatê re ragihandin ku ew li Dokû digerin û wê bibînin û eleqeya Zaînal Abarakov bi bûyerê re tuneye û xwestin ku bi malbatê jî bidin qebûlkirin ku Dokû întîhar kiriye. 156 roj in agahî ji Dokû naye girtin. Heta niha tu encam ji lêpirsîna serdozgeriyê derneketiye. Di dîmenên kamera yê MOBESE de jî Doku herî dawî li taxa Ataturk  Mahallesi’nde li pişt Avahiya Walîtiya Dêrsimê hatibû dîtin. Dema li maşîna diçae zanîngehê suyar dibû di dîmenan de hatibû dîtin.      TÊ GOTIN KU BERSÛC REVIYA YE DERVÊ WELAT    Di qeydên MOBESE yên 15'ê Çile de tê dîtin ku Gulistan Doku û Zainal Abarakov ê bersuc tê zanîn di 15'ê Çile de rû bi rû di axivin. Li gel ku hemû kolanên Dersimê bi kamerayan tê temaşekirin jî heta niha der barê aqûbeta Doku de tu agahiyek şênber nehat tespîtkirin. Dîsa tê gotin ku bersûc Abarakov ku bavê wî polîs e, derketiye dervê welat.    Xwendekarên Zanîngeha Mûnsûrê ku ji bo dîtina Doku çalakiyan li dar dixin, polîs mudaxale dike û destûr nadin çalakiyan li dar bixin. Di çalakiyan de gelek xwendekarên zanîngehê hatin binçavkirin û polîsan gef li wan xwar.    Malbata Doku heri dawî bi Walî Tuncay Sonel re hevdîtin kirin. Walîtiyê diyar kiribû ku kesê bi guman Zainal Abarakov derketiye dervê welat û bi armanca tedbîran di bin çavan de tê girtin. Walîtiyê di navbera 16-30'ê Çile de çalakiyên ji bo  Doku qedexe kir. Xwişka Gulistan Doku Aygul Doku, anî ziman ku ew ji Zainal Abarakov bi guman in û ji bo vê gumana wî tu tişt nehatiye kirin. Bav Doku xwest ji xeynî îhtîmala xwekuştinê li ser îhtîmalên din jî lêkolîn bê kirin.      Hevalên Doku ku li aqûbeta Doku dipirsin, çûn Midûriyeta Polîsan û hevdîtinên Doku û Abarakov ên li ser whatsappê wekî delîl nîşan dan. Demae hevalek Doku li miduriyeta polîsan îfade dida, hevaka “Min bi tenê nehêlin, ez xwe baş hîs nakim. Ez diçim xwe davêjim Mûnzûrê" li îfadeyê zêde kirin.    NAVÊ BERSÛC LI MECLÎSÊ VEŞARTIN   Parlamentera HDP'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît di 28'ê Sibatê de der barê bersûc Zainal Abarakov de pirsname da meclîsê. Lê Serokê Meclîsê navê bersûc wekî “Z.A.” veşart. Koçyîgît, anî ziman ku ev yek li dijî rêziknameya melîsê ye û dixwazin bersuc veşêrin.    Piştî bûyerê bavê bersûc Zainal Abarakov Engin Yucer ê polîs di 12'ê Adarê de koçî bajarekî din kir. Hevalên Doku diyar dikin ku heta niha gelek kesên ku di çem û rûbaran de xeniqîn cenazeyên wan hatin dîtin. Lê ger ku Doku xwe avêtibe Çemê Mûnzûrê çima cenazeyê wê nayê dîtin. Di 17'ê Adarê de li Navçeya Qislê bot qulibî ava Çemê Mûnzûrê. Çawîşê Pispor Yilmaz Guneş piştî 44 rojan cenazeyê wî hat ditin. Di 11'ê Adarê de Esma Kılıçarslan winda bû û cenazeyê wê di 7'ê Nîsanê de di Çemê Mûnzûrê de hat dîtin. Di 13'ê Gulanê de cenazeyê Abdullah N. ê li navenda penaberan a Bedri Es Rehabilitasyon dima di çem de hat dîtin.    Xwişka Doku Aygul Doku, anî ziman ku têkildarî roja ku agahî ji Gulistan negirtin, dîmenen der barê Abarakov de di navbera 16.00-19.00'an de winda ne.      Di ajansek nûçeyan de bavê Abarakov ê polîs Engin Yucel, roportaj da û got: "Mirin û nemirina Doku ne di xema min de ye. Min tenê 1-2 caran dîtiye. Ji bo dîtina Gulistan Doku ku  156 rojin winda ye tenê 2 noqerên avê kar dikin. Malbatên ku j bo keça xwe bibinin diçin ser bendavê êdî heviya xwe ji avê qut kirine. Ji ber ku tenê 2 noqerên avê hene û rojê 15-20 deqîqeyan di nava avê de li Gulistan digerin.    Serokê Baroya Dersîmê Kenan Çetîn, têkildarî xebatên lêgerina Doku diyar kir ku çune Dozgeriyê û dozger jî gotiye 'Li heviya xwendina lêvan in' û wiha got: "Em wekî baroyê şopdarê vê mijarê ne.    ‘EM HEVALA XWE DIXWAZIN'   Hevalên Gulistan Doku yên zanîngehê jî xwestin demek berî demekê Gulistan bê dîtin û rayedar êdî agahiyek saxlem bidin wan. Hevala Gulistan a zanîngehê Melek Akar got: "Gulistan kesek rûken bû. Her tem henek dikir û pir çalak bû. Tu cari neheqî qebûl nedikir. Her im li dijî bê edaletiyê dengê xwe bilind dikir. Li dijî neheqiyê derket. Me rojên xweş bi hevre derbas kirin. Em hevala xwe dixwazin. Em ê heta dawî aqûbeta Gulistan bipirsin."    ‘EM Ê BIBIN DENGÊ WÊ    Hevala Gulistan Dilek Malay jî anî ziman ku ew pir bi hevî bû û wiha got: "Li her tiştî difikirî. Pir bi merhamet bû. Xwarin dida sewalên li kolanan. Li dijî tundiya li ser jinê li qadan bû. Ji bo em aqûbeta wê fêr bibin em ê bibin dengê wê.    Hevala Gulistan Beritan Gengeç jî anî ziman ku di roja jinan de bi hevre govend girtibûn û wiha got: "Di 25'ê mijdarê de di destê me de dowîzên li dijî tundiya jinê hebûn. Ji bo bêtir dowîzê bilind bike ketibû pêşbirgê. Wê bi xwe dowîza xwe hilbijartibû. Dibe ku Gulistan kuştibin û li cihekî din veşartibin. Dibe ku hevalê Gulistan ê berê Zainal zerar dabe wê. Divê li ser cînayet lêkolîn û lêpirsînê bikin. Em her tim dibêjin Gulistan ne kesek ku întîar bike.    MA / Ayşe Surme