Sabiha ya 27 sal in li hestiyên kurê xwe digere: Tarîfa vê êşê tune 2020-06-08 09:21:41 STENBOL - Sabîha Altintaş a 27 salin çavê wê li rêya kurê wê Burhan Altintaş in û li hestiyên wî digere, li Goristana Kilyosê hestiyên di bin peyarêyê de hatibûn definkirin hembêz kir û got: "Tarîfeya vê êşê tune. Bi salan bi hesreta ku kurê min bê min hembêz bike jiyam. Lê îro ez hestiyên di qabê de hembêz dikim."  Malbatên ku hestiyên zarokên wan ji Goristana Xerzanê ya Gundê Oleka Jorîn derxistin û birin li goristana bêkesan a Kîlyosê defin kirin li hestiyên zarokên xwe digerin. Serdozgeriya Komarê ya Tetwanê di 19'ê Kanûna 2017'an de ferman dabû eskeran û eskeran hestiyên 282 kesan beyî agahiyê bidi malbatên wan ji Goristana Xerzan a Oleka Jorîn derxistibun û biribûn Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê. Piştî demekê cenaze li Goristana Bêkesan a Kilyos di qaban de xistibûn bin peyarêyê. Malbatan heta niha 21 cenazeyên zarokên xwe girtin, lê hêj cenazeyê 261 kesan teslîmî malbatan nekiriye. Yek ji cenazeyê teslîmî malbatê kirin Burhan Altintaş e.    Altintaş, di sala 1971'an deli Gundê Peyndasê yê Tetwana Bedlisê ji dayik bû. Dema li gund bi karê çotkarî û sewalkariyê dikir. Di salên 1990’an de piştî li herêmê şer zêde bû û dewletê zext li ser welatiyan zêde kir gelek êş kişand. Di sala 1992'an de çû Navçeya Kartalê ya Stenbolê eskerî kir. Ji bo destûra 15 rojan vegeriya gund. Piştî 15 rojan jibo dîsa biçe eskeriyê çû Stenbolê û carek din agahî jê nehat girtin. Rayedarên eskeriyê li malbatê geriyan û gotin kurê we Altintaş nehatiye eskeriyê. Ji wê rojê û şûnde Burhan Altintaş venegeriya. Piştre malbat fêr bû ku Burhan tev li PKK’ê bûye. Altintaş, piştî 2 salan di nava PKK'ê de ma, di sala 1994'an de li çoltara Bedlisê di şer de jiyana xwe ji dest da. Dayika Burhan Altintaş Sabîha Altintaş, piştî fêr bû ku kurê wê jiyana xwe ji dest daye, bi salan li cenazeyê kurê xwe geriya. Sabiha Altintaş her tim bi heviya ku dê cenazeyê kurê xwe bibîne lêgerîna xwe berdewam kir û tu carî heviyên xwe qut nekir.    Altintaş, di sala 2014'an de fêr bû ku cenazeyê kurê wê li Goristana Xerzanê hatiye definkirin. Dema çû Goristana Xerzanê û li nava goristanê geriya rastî nav û paşnavê kurê xwe yê li ser kêlê gorê hat. Demekê li ser gorê rûnişt dua kir û kevirê gorê hembêz kir. Piştre 3 carê din çû gor ziyaret kir. Dê piştî Kanûna 2017'an ji ber Goristana Xerzanê bi awayekî korsan vekirin û cenaze revandin Stenbolê, Sabiha Altintaş, dîsa ket şopa hestiyên kurê xwe Disa ji bo DNA xwîn da rayedaran.    HESTÎ DI QABÊ DE XISTIN HEMBÊZA MIN   Sabiha Altindaş di Kanûna 2019'an de xwîna wê û testa DNA ya kurê wê li hev hat. Ji bo cenazeyê kurê xwe bistîne çû Goristana Kilyosê. Dît ku li şûna hestiyan li Goristana Bêkesan a Kilyosê defin bikin, hesti li tenişta rê, di bin peyarêyê de di qaban de defin kirine. Dema hestî di bin peyarêyê de di qaban de dît, ji ser hişê xwe çû. Dakiya Sabiha Altintaş kêliyên ku hestî ji bin peyarêyê derxistin wiha vegot: “Dema min hestî di hundirê qaban de dît, dilê min qelibî. Min got 'Ev çawa misilman in. Kesekî misilman li gorê wisa dike? Hestiyê wî di qabê de xistin hembêza min. Min ewil baner nekir ku hestiyê kurê min di vê qabê de ne. Min xwest li qabê binerim. Min iskar kir û min qab vekir. Min li hestiyan nerî. Bi salan ez li bendê bûm ku kurê min carekê bê min hembêz bike. Ez bi hesreta min hembêz bike jiyam. Lê min hestiyê wî yê di qabê de hembêz kiribûn. Bila xwedê heqê me ji wan re nehêle."    ‘DESTÛR NEDAN EZ TÊR HEMBÊZ BIKIM'    Altintaş anî ziman ku piştî qaba hestiyan şuştin û teslîmî wê kirin, xistin erebê û berê wan dan Bedlîsê û wiha lê zêde kir: "Em di nava roj û dahnekî de ji Stenbolê gihiştin Bedlisê. Di dêre dîsa hestiyên me rehet bernedan. Ji Stenbolê heta Bedlisê polîsan em şopandin û ketin pêy me. Li her nokteyê polîs û eskeran maşîna me rawestandin. Nasnameya me girtin, Kaxiza destûra cenaze ji me xwestin. Bi saetan em li ser rê hatin rawestandin. Destûr nedan ku ji xeynî malbatê kesên din li goristanê tev li merasima cenaze bibe. Pitre me yek biyek ji qabê derxist û li tenişta hev rêz kir û defin kir. Destûr nedan ku em têr hestiyên xwe jî hembêz bikin.    BILA MALBAT BIÇIN SERLÊDAN BIKIN   Dayik Sabiha Altintaş, bang li hemû malbatan kir ku biçin serî li dozgeriyê bidin û wiha got: "Hêj bi sedan cenaze li peyarêya Goristana Kilyosê hatine definkirin. Heta ku em hemû cenazeyan ji wir dernexin û li axa wan defin nekin, ev êş û şîna me bi dawî nabe. Ez bang li hemû malbatên ku bawer dikin cenazeyê zarokên wan li Goristana Xerzanê bû biçin serî li ATK'ê ya Stenbolê bidin."      MA / Erdogan Alayumat