Jinên Kurd: Li dijî vê pergalê têbikoşin 2020-06-08 09:20:23 AMED - Jinan xistina wekîltiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û parlamenterên HDP û CHP'ê şermezar kir û gotin “Ev êrîşeke ku vîna gelê kurd tune dihesibîne ye. Dixwaze bê îtîbar bike. Em vê qebûl nakin. Em bang li her kesî dikin ku li dijî vê pergalê têbikoşin."  Piştî ku Meclîsa Millet a Tirkiyeyê di 5'ê Hezîranê de parlamenteriya Hevseroka KCD'ê û wekîla HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven, parlamenterê HDP'ê yê Amedê Musa Farisogullari û yê CHP'ê Enis Berberoglu betal kir, bertekên li dijî betalkirina parlamenteriyê û girtina wekîlan didome. Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Zelal Bîlgîn, Hevseroka Partiya Heremên Demokratîk (DBP) a Amedê Seval Gulmez û Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Peyasê Besîle Narîn betalkirina parlamenteriyê û girtina wan şermezar kirin. Aktîvîsta TJA’yê Zelal Bîlgîn diyar kir ku her diçe tundî zêde dibe û got: “Ev pergal hemû rêyên demokratîk di xetimîne. Çawa ku meclîs vebû ewil parlementeriya 3 wekîlan betal kirin. Parlementerên me yên HDP’ê di heman demê de nasnameya wan a KCD’ê jî heye. Demekî dirêje êrîşî saziyên me dikin. Wekî ku rêxistinên me xebatên îllegal dikin nîşan didin û krîmînalîze dikin. Ev êrîş polîtîkayên şer in. Bi van êrîşan vîna gelê kurd tune dikin û bê îtîbar dikin. Leyla Guven Jineke pêşenga siyaseta demokratîk e.”   ‘LEYLA JINEK BERXWEDÊR E'    Bîlgîn, anî ziman ku parlementerê CHP’ê berdan, lê yên HDP'ê bernedan û got: "Parlementerên me binçav kirin û girtin. Em jinên kurd li dijî van polîtikayan li berxwe didin. Leyla Guven jineke berxwedêr e. Em jî dê di şopa wan de berxwedana xwe bidomînin. Divê gelên Tirkiyeyê baş bizanin ku pergaleke yek mirovî ku êrîşî muxalîfan dike heye. Eger em bi hevre li dijî vê pergalê tênekoşin, dê me di tariyê de bifetisînin. Em bang li her kesî dikin ku li dijî vê pergalê têbikoşin."    ‘ÊRÎŞ LI DIJÎ JINÊ YE’   Hevseroka DBP'ê ya Amedê Seval Gulmez jî diyar kir betalkirina parlementeran xespa vînê ye û got: “Dema mijar dibe Kurd bi hêsanî darbeyên siyasî dikin. Betalkirina parlementeran nêzîkatiya hikumetê ya li dijî gelê kurd nîşan dide. Kurd li Tirkiye rastî cudakariyê tên. Êrîşên li dijî wan rewa dibînin. Lê em vê qebûl nake. Ev kiryarên wan re rewa ye. Betalkirina wekîltiya Leyla Guven êrîşa li dijî vîna jinê ye. Em ê li her derê bin. Nikarin vîna me dîl bigirin. Dibe ku bedena me bigirin lê nikarin fikrên me bigirin.”   ‘EM LI VIR IN’   Hevseroka HDP’ê ya navçeya Peyasê Besîle Narîn jî anî ziman ku êrîşeke li ser kesên hilbijartî heye û wiha got: “Ji xwe di meclîsê de nahêlin biaxivin. Li ser kurdan lîstikên zêde hene. Her du hevalên me bi dengê gel hatine hilbijartin. Hemû axaftinên wan li ser aştî û edaletê bû. Em vê qebûl nakin. Em hene û li vir in. Di pêvajoya pandemiyê de çima tenê parlementerê CHP’ê berdan. Çima girtiyên din bernedan. Divê hemû weke hev bin. Ev dijminatiyeke li dijî kurdan e. Em vê neheqiyê bêedaletiyê qebûl nakin. Divê hemû girtî bên berdan."    MA / Cahît Ozbek  - Fahrettîn Kiliç