Amedî: Hîtler jî wisa nekir 2020-06-08 09:19:23 AMED - Welatiyên Amedî, betalkirina 2 parlementerên HDP'ê û 1 parlamenterê CHP'ê rexnekirin û gotin: “Tişta li Tirkiyê pêktê Hîtler jî wisa nekir.  Piştî Meclîsa Tirkiyeyê bi fermana Serokomar wekîltiya parlamenterên HDP Leyla Guven û Mûsa Farisogûllarî û parlamenterê  CHP’ê Enîs Berberoglû betal kir, Welatiyên Amedê bertekên xwe anîn ziman. Welatî Mehmet Pervane ê 55 salî diyar kir ku girtina wekîlan faşîzm e û got: “Demokrasî tune ye. Vîna gelê Kurd qebûl nakin. Parlementer û Hevşaredaran digirin. Qeyûm tayîn dikin. Goristanan xera dikin. Çi tişta navê Kurdan li ser heye tune dikin. Ev ne ewil e ne jî ya dawî ye. Tiştê li Tirkiyê pêktê ne Hîtler ne ji Mûsolînî ev yek kir. Ev asta faşîsmê ya herî jor e. Kurdê mirî jî tehamul nakin. Ev dîktatorî ye. Parlementerên HDP’ê ji ber kurdin nayên berdan. Divê gel li dijî faşîzmê derkevin. Yên îro vîna min girtin, dê sibê min bigirin. Divê her kes nirxên xwe biparêze.    ‘EM NEBIN YEK DÊ REWŞA ME BÊTIR XERAB BIBE’   Welatî Delîl Çaki ê 24 salî jî bibîrxist ku ji destpêka siyaseta kurd heta niha zilmek li ser kurda heye û got: “Berê jî û niha jî eger tu kurd bî tu mafên te tune. Li qer qadê zilm û zordestiyê li Kurdan dikin. Mirov li Tirkiyeyê Kurd be mafê wî tune ye. Min fêm kir ku em nebin yek dê rewşa me bêtir xera bibe.    ‘ŞERÊ QIRÊJ DIKIN'   Mehmet Tanrikûlû yê 54 salî jî, destnîşan kir ku tenê HDP li dijî AKP-MHP’ê, muxalifiyê dike û got: “CHP muhalifiyê nake. Tenê HDP muhalîf e. Ji ber wê parlementerê CHP’ê berdan. Li dijî Kurdan şerekî qirêj dikin. Lê bisernakevin. Ev yek dijminatiya HDP’ê û kesên ku ji bo aşitî, wekheviyê têdikoşin e.”   ‘EM Ê LI PEY VÎNA XWE BIN’   Mehmet Şirîn Ayriç ê 45 salî jî destnîşan kir ku dewletê zilmê dike û wiha axivî: “Parlementer vîna me ne. Tu sucên wekîlên me nînin. Ji ber em kurdin vê yekê tînin serê me. CHP ya wan e wekîlê wan berdidin. Xwedê heqê me nehêle. Em vê cudakarî û neheqiyê tu carî qebûl nakin.    ‘JI BO TASFIYEKIRINA KURDAN ÊRÎŞ DIKIN’   Hesen Fîdantek ê 64 salî jî diyar kir ku hikûmet Destura Bingehîn binpe dike û got: “Ji bo Kurdan tasfiye bikin êrîş dikin. Tu heqê wan tune heqaretê li Kurdan bikin. Her ku ew vîna me bigirin em ê bêtir dengê xwe bilind bikin.    ‘XESPKRINA VÎNA GEL E’   Yûsûf Gulten ê 62 salî jî girtina parlementeran wekî xesp pênase kir û got: “Ji bo ku pêşiya kurdan bigirin û nehêlin Kurd pêşiya xwe bibînin wan binçav dikin û digirin. Em vê şermezar dikin. Ew çiqas bi ser me de werin em ê pêşiya xwe vekin. Wekîl girtin lê em ê şûna wan tejî bikin.”   ‘GIRTINA WEKÎLAN BÊ HIQÛQÎ Û BÊ EDALETÎ YE’   Herî dawî welatî Mehmet Demîrcî yê 24 salî jî bertekên xwe nîşan da û got: “Em girtina parlementeran şermezar dikin. Ne berdana parlementerên HDP’ê ne adil e. Divê gel bêdeng nemîne li mafên xwe xwedî derkeve.”   MA / Fahrettîn Kiliç - Cahît Ozbek