Yuksekdag: Vîna gel bi darbeyan têk naçe 2020-06-07 12:56:56 ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya Berê ku niha girtî ye Figen Yuksekdag, betalkirina wekîltiya Leyla Guven û Musa Farisoglullari rexne kir û got: “Vîna gel a bi berxwedanê hatiye qezenckirin bi darbeyan têk naçe. Em ê bi hevre azad bibin."  Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya berê Figen Yuksekdag ku niha girtî ye, peyamek weşand û betalkirina parlamenteriya Hevseroka KCD'ê û wekila HDP'ê Leyla Guven û wekilê HDP'ê Musa Farisogullari şermezar kir. Yuksekdag li ser hesabê medya civakî yê Twitterê peyamek weşand û wiha got: "Vîna gel a bi berxwedanê hatiye qezenckirin bi darbeyan têk naçe. Em ê bi hevre azad bibin û azadiyê qezenç bikin."