Prz. Kanar: Hiqûqa Naziyan heye 2020-06-07 12:51:22   STENBOL - Parêzer Ercan Kanar, betalkirina 3 wekîlan rexne kir û wiha got: "Bi betalkirina 3 wekîlan xala 83'an a Destûra Bingehîn binpê kirine. Bi vê yekê "Hiqûqa Naziyan" xistine meriyetê." Hevberdevkê Şaxa OHD'ê ya Stenbolê Ferhat Bogatekîn jî anî zimanku li welat bêhiqûqî bûye rewşek berbiçav.    Meclîsa Millet a Tirkiyeyê di 5'ê Hezîranê de parlamenteriya Hevseroka KCD'ê û wekîla HDP'ê ya Colemêrgê, Leyla Guven, parlamenterê HDP'ê yê Amedê Musa Farisogullari û yê CHP'ê Enis Berberoglu betal kir. Têkildarî betalkirina parlamenteriyê Parêzer û hiqûqnas Ercan Kanar û Berdevkê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) yê Stenbolê Ferat Bogatekin nirxandin kirin. Hiqûqnas û Parêzer Ercan Kanar, anî ziman ku betalkirina wekîlan li dijî xala 83’an a Destûra bingehîn e. Kanar, anî ziman ku kesên wekîltiya wan betal bûn, Piştî dema 27'an a Meclisa Tirkiyeyê wekîltiya wan hat betalkirin, di hilbijartinê de dîsa mafê wekîltiyê qezenç kirin û wiha got: "Van kesan ji ber ku mafê wekîltiyê qezenç kirin, divê li gorî Destûra mingehîn piştî wekîltiya wan bi dawî bu vê yekê têxin meriyetê. Niha bi her awayî li dijî Destûra Bingehîn gav avêtin û Destûra Bingehîn îhlal kirine.    HEDEF HDP YE    Kanar, anî ziman ku meclîsê li dijî xala 83'an a fikra 3'emîn gav avêtiye û wiha got: "Ev xal di 2016'an de hat guhertin. Betalkirina wekîlan li dijî guhertina 2016'an e jî. CHP jî ji wê demê heta niha polîtîkayên şaş pêş dixe Betalkirina wekîlên HDP'ê û CHP'ê li gorî Hiqûqa Nazîyan e. Ev hiqûqa Nazî ye.  Wekîlê CHP'ê Enis Berberoglu ji ber şewbê serbest hat berdan. Diviya bû wekîlên HDP'ê Guven û Farisogullari jî bi heman armancê bên berdan. Lê em dibînin ku cudakarî tê kirin. Ev jî nîşan dide ku polîtîkayên hikûmetê îflas kiriye. Lê tu rêbaz û rêveberiyên desthilatdar, zordest îqtîdar xelas nekirine û dawiya dawi îqtîdarên dîktator têk çûne.    BÊHIQÛQIYA LI BER ÇAVAN E   Berdevkê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) yê Stenbolê Ferat Bogatekin jî anî ziman ku êdî li pêş çavan hiqûqê binpê dikin û wiha got: "Ev nîşan dide ku li Tirkiye bê edaletî û bê hiqûqî derketiye asta jor. Wekîlê CHP'ê bi hinceta vîrûsê serbest tê berdan. Lê wekilên HDP’ê bi heman sedemê nayên berdan. Ev bê edaletiyê nîşan dide. Divê hiqûq û înfaz li gorî kesan neyê guhertin. Divê ji bo her kesî wekhev be.    Li gorî hiqûqê nikarin hin wekîlan ji peyvirê dûr bixin. Wekî ku CHP vina gele, lê HDP ne vîna gel e nîşan didin. Divê pergala înfazê li gorî kesan nexin meriyetê. Ev bê hiqûqî û newekhevî li ber çavan tê kirin."   MA / Erdogan Alayumat - Sadiye Eser