Tundiya bavê xwe teşhîr kir 2020-06-07 12:08:04     STENBOL - Hîra Elbasan wêneyên bavê xwe yê tundî li dayika wê dikir parve kirin û xwest bavê wê bê girtin.    Jina ciwan Hîra Elbasan a li Kartala Stenbolê dijî, li ser hesabê xwe yê medya civakî wêneyên bavê xwe Erol Elbasan ê ku tundî li dayika wê dikir parve kirin û xwst bavê wê bê girtin. Hîra Elbasan, banga hestiyariyê li raya giştî kir û wiha got: “Ji ber ku dayika min tenê xwest bavê min berde, îro ji mirinê filitî.”   ‘POLÎS TIŞTEKÊ NAKIN’   Elbasan, diyar kir ku bavê wê li wê jî, dixe û wiha mexduriyeta xwe anî ziman: “Bavê min tundiyê li min jî dike. Tu ewlekariya canê me û dayika me tuneye. Em çiqasî çûn gel polîsan jî, tiştek nekirin. Li ber mala me cirîd davêje. Polîs dibêjin ku ew nikarin tiştekê bikin.”    Wezareta Xizmeta Malbat, Xebat û Civakî piştî parvekirina Elbasan xwe gihand malbatê û diyar kir ku ew ê şopdarê pêvajoya hiqûqî bin.