Projeya Avdaniyê ya Pompajê ji bo cotkaran bû lehî! 2020-06-07 09:03:11   RIHA - Boriyên aydê Projeya Avdaniyê ya Pompajê ya Deşta Pirsûsê teqiyabûn. Ji ber vê bi sedan donim erd di bin avê de manbûn. Cotkaran anî ziman ku ji bo çandiniyê xwe biçînin kredî kişandibûn lê keda wan bi avê de çû.   Li Deşta Pirsûs a Rihayê, Projeya Avdaniyê ya Pompajê ya Deşta Pirsûsê ku Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) ji bo avdanî bê kirin ji Gola Bendava Ataturkê bi di milyar TL'yî kişandibû ji bo cotkaran bû kabûs. Herî dawî boriya avê li gundê Qestûng ê navçeyê teqiya û erdên cotkaran di bin avê de man.   Cotkar Ahmet Ozturk anî ziman ku di wextê zad de pompe teqiyaye û got, ji ber ku gava borî hatine bicihkirin baş nehatine çêkirin teqiyane û ev yek bûye tiştekî rûtîn. Ozturk, bilêv kir ku ji bo çandiniyê bike 200 hezar TL kredî kişandiye û got, lê belê wê nikare bi genim û pemboyê xwe yê di bin avê de maye heqê krediya xwe bide. Ozturk, diyar kir ku kesên avê ber didin bi baldarî tev negeriyane û got: "Gava av tê berdan borî diteqin û ev bi qasî 50 metreyî bilind dipejiqe. Navbera sê gundan bû behr. Darên ku min li baxçê xwe çandibûn zirar dîtin. Genimê min di bin herî û avê de ma. 50 donim donim genimê min çû. Heya nha li gund herî kêm milyonek zirar çêbûye. Pembo, baxçe û genimên me hemû di bin avê de mab. Îjar em ê çi bikin? Divê zirar me bê dayîn. Par jî heman tişt hat serê me. Karmendên vî karî dikin boriyan baş kontrol nakin."   NE GENIM NE JÎ PEMBO...   Cotkar Îdrîs Dînçer jî ku 50 donim pemboyê wî di bin avê de maye got: "Her sal heman senrayo." Dînçer, destnîşan kir ku bi sedhezaran TL xisara xisrîne û got: "Îjar em ê çi bikin? Geh li wir diteqe geh jî li vira. Gava diteqe kes jî nayê. Kes nayê napirse jî. Kes dengê me nabihîse. Kes peywira xwe bi cih nayne. Keda me bi avê de çû. Îjar em ê vî genim bi erdê ve bi yek bûye çawa biçinînin? Pira ber bi erdên me ve jî xera bû. Niha em nikarin biçin nav erdê xwe jî. Em ji DSÎ'yê re dibêjinî dibêjin 'ev ne karê me ye.'"   ‘PEYWIRA XWE BI CIH NAYNIN'   Cotkar Halîl Alak jî 25 donim pemboyê wî di bin avê de maye. Alak, anî ziman ku ev yek ji ber nezanbûna kesên bi torpîlê dets bi kar kirine çêbûye û got: "150 kes dişixulin. Lê kes jî peywira xw ebi cih nayne. Ji ber ku ji nişkave avê berdidin wiha dibe."   Di sala 2010'an di çaçroveya GAP'ê de dest bi çêkirina vê projeya navbirî de hatibû kirin. Di 29'ê Adara 2014'an de beriya hilbijartinê wekî propagandaya hilbijartinê bi bi beşdarbûna serokwezîrê wê demê Recep Tayyip Erdogan hatibû vekirin.   MA / Bariş Polat