ROJEVA 7'Ê HEZÎRANA 2020'AN 2020-06-07 09:00:08   * Sêgirikiyên ku êdî nikarin li sînor bazirganiyê bikin dest bi mêşvaniyê kirin. Her wiha bi germbûna dinyê re mêşvan hewl didin ku biçin Zozana Feraşînê.    * MARSÛ ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê careke din heqê avê biha kir. Beriya qeyûm metrekûpa avê bi 2 TL'yan bû, lê piştî qeyûm hatiye tayinkirin metrekupa avê bûye 5.80 TL.   * Yek ji karkerên rêhesinê Tûgay Kartal ku hatibû sirgûnkirin, anî ziman ku armanca sirgûnê ferzkirina teqawidbûyînê ye.    * Hunermendên ji herêma Behra Reş anîn ziman ku di talankirina xwezaya Behra Reş de dewlet bi pişta sermayeyê girtiye û gotin: "Bêyî têkoşînê xelasiya ji van êrîşan ne pêkan e."    * Serokê Odeya Bijîşkan a Amedê Mehmet Şerîf Demîr, anî ziman ku li bajêr xetereya şewbê bi awayekî cidî didome.    * Bi hinceta "heqaret kiriye" der barê nivîskar Azîz Tûnç de doza zevtkirinê hat kirin. Tûnç, got: "Bi vê dozê re ji bo propagandaya reş a ji bo girtina HDP'ê tê kirin ji xwe re li tiştekî digerin."    * Lijneya Koordînasyona Bajar a Odeya Çandiniye ya Hatayê ji bo keda 8,5 saet karê çape tenê 52 tl diyar kir.  Serokê Şaxa Genel ÎŞ'ê Yusuf Berkyurek, jî anî ziman ku ev heq ne li gorî keda karkeran e û xwest li gokî keda karkeran heq diyar bikin û keda karkeran neyê xwarin.