‘Bila kujerên Aksoy û Cingoz bê darizandin' 2020-06-06 16:54:59   ÎZMÎR - Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê aqûbeta Edîp Aksoy û Orhan Cîngoz ên di 7'ê Hezîrana 1995'an de li Amedê hatin binçavkirin û kuştin, pirsî. ÎHD'ê xwest kujerên Edip Aksoy û Orhan Cingoz bên dîtin û darizandin.    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Îzmirê, bi daxwaza "Bila winda bêne dîtin û kujer bên darizandin" ku her hefte li pêş Sumerbankê çalakî li dar dixistin, ji ber vîrûsa corona li ser înternetê bi rêya onlînê daxuyanî dan. Vê hefteyê Rêveberê ÎHD'ê Caner Canli daxuyanî da. Canli, kujerên Edîp Aksoy û Orhan Cingoz yên di 7'ê Hezîrana 1995'an de hatin binçavkirin û piştre hatin kuştin pirsî.       Canli, anî ziman ku Edip Aksoy di 7'ê Hezîrana 1995'an de ji bo tûtinê bifiroşe çû dikana xwe ya Kolana Melik Ahmedê. Piştî çû dikanê carek din nehat. Wê rojê Edip û Orhan Cingoz bi hevre çûn Baxçeyê Yeşilçinar ê Deriyê Çiyê. Dema bi esnaf Bilal Ulusoy re diaxivin polîsnên bi çek ên bi texsiya Renault  hatin ew li maşînê suyar kirin û birin. Di îtîrafên Endamê JÎTEM'ê Abdulkadir Aygan de jî tê gotin ku piştî Cîngoz û Aksoy hatin darizandin kuştin û avêtin ser rêya navbera Cizre-Silopiyê."    Canli, anî ziman ku heta hestiyên Edip Aksoy û Ahmet Cingoz bibînin û kujer bên darizandin ne 25 sal, 125 sal jî derbas bibin, lê lêgerîn u lêpirsîna xwe berdewam bikin.