Tiryakî: Êdî em ê jî bêjin qaşo walî 2020-06-04 09:03:12 ÊLIH - Parlementerê HDP'ê Mehmet Ruştu Tiryakî, êrîşên li ser HDP'ê nirxandin û ji bo daxuyaniya Waliyê Êlihê ku gotibû "qaşo hevserok" got: "Ji niha û pê ve em ê jî bêjin qaşo qeyûm, qaşo walî." Polîsan di 29'ê Gulanê de avêtibû ser avahiya HDP'ê ya Êlihê û Hevserokên HDP'a Êlihê Omer Kûlplû û Fatma Ablay binçav kiribûn. Paşê her du hevşaredar bi şertê "qedexeya derketian derveyî welat" hatibûn berdan. Lê belê yek ji tişta ecêb jî daxuyaniya Walîtiya Êlihê bû ku ji bo hevserokan gotibû "qaşo hevserok."   Parlementerê HDP'ê yê Êlihê Mehmet Ruştu Tiryakî anî ziman ku her diçe zext û zoriyên li ser partiya wan zêdetir dibin û got, ev jî ji ber ku her diçe AKP lawaz dibe. Tiryakî, bilêv kir ku ligel hemû zext û zoriyan jî qabîliyeta siyasî ya HDP'ê îqtidarê ditengijîne. Tiryakî, anî ziman ku yek ji bivê nevêya civakên demokratîk partiyên siyasî ne û got: "Tenê hebûna partiyên siyasî wê nikaribin welat demokratîk bikin. Heger ew partî bi awayekî azad karibin siyasetê bikin wê welat demokratîk bibe. Ji ber êrîşên hovane yên polîsan em nikarin li ber avahiya partiya xwe daxuyaniyekê bidin. Lê em ê li ber avahiya partiya xwe bikin û em naxwazin bi qasî serê derziyê jî zirar bigihê endam û rêveberikî/e me. Vê hesasiyeta me xelet tê fêmkirin. Dibên qey daxuyaniyên me tabiî destûrê ne. Halbûkî hevdîtinên meyên bi polîsan re sirf ji bo zirar negihê hevalên me em bi wan re dikin. An jê HDP ji bo xebatên xwe destûrê ji kesî nagire. Ne ji îqtidarê ne ji waliyê hatine tayinkirin."   'QAŞO WALÎ'   Tiryakî, destnîşan kir ku bi dorpêça polîsan daxuyaniya wan a ji bo çapemeniyê hatiye astengkirin û ji bo zextên li ser HDP'ê got, "bêhiqûqîtî" ye. Tiryakî, anî ziman ku ew partiyeke demokratîk û şefaf in û ji bo binçavkirina hevserokên bajêr got: "Radibin ji bo wêneyan davêjin ser avahiya partiyê û dibêjin 'materyal hatin bidestxistin.' Tişta jê re dibêjin materyal jî pirtûkên ji bo xwendinê ne. Pêşî hevalên me bi sûcdarkirina endamtiya rêxistinê îfade dan, wisa xuyaye dozger jî qaneh nebû loma ew berdan. Em partiyeke demokratîk û şefaf in, her kes dizane."   Tiryakî ji bo daxuyaniya Walîtiya Êlihê jî ku ji bo hevserokên bajêr gotibû "qaşo hevserok" bibîr xist ku bi têkoşîna HDP'ê pergala hevserokatiyê di qanûna partiyên siyasî de cih girtiye. Tiryakî got: "Hevalên me di hilbijartinê de hatine hilbijarrtin. Gotina 'qaşo' bêhurmetî, bêrêzîtî, hayjixwetunebûn e. Ji niha û pê ve em ê jî bêjin qaşo qeyûm, qaşo walî. Heger mesele hevserokatî be, em dikarin gelek tiştan bêjin. Gotina 'qaşo' tê wateya nenaskirina qanûnê. Kes nikare muameleyeke bêqanûnî li hevserokatiyê bike. Hevserokatî yek ji xetên me yên mor e."   MA / Metîn Yoksû