Daneyên dawî yên Covîd-19'ê: 24 mirî, 867 pêketî 2020-06-03 20:20:36     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 24 kesên din jî ji ber vîrûsa coronayê jiyana xwe ji dest dane û 867 kesên din jî bi şewbê ketine.    Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, piştî Civîna Desteya Zanistê daneyên der barê vîrûsa coronayê (Covîd-19) ên 24 saetên dawî de parve kirin.    Li gor daneyên ku Koca parve kirine di 24 saetên dawî de li Tirkiyeyê 867 kesên din jî bi şewbê ketine û 24 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane. Bi van daneyên dawî re hejmara kesên heya niha bi şewbê ketine bû 166 hezar û 422 û hejmara kesên heya niha jiyana xwe ji dest dane jî bû 4 hezar û 609.