Ji bo Kavala bang li KE’yê kirin: Peyamek zelal bidin Tirkiyê 2020-06-03 15:22:31   ENQERE – Rêxistinên maf û hiqûq bang li Konseya Ewropayê kirin ku ji bo karsaz Osman Kavala peyamek zelal bide û ji bo were berdan divê bang li Tirkiyê were kirin.   Rêxistina Şopandina Mafê Mirovan, Komîsyona Hiqûqnasên Navneteweyî û Koma Projeya Piştevaniya Hiqûq ya Mafê Mirovan a Tirkiyê têkildarî civîna Desteya Wezîrên Konseya Ewropa dê di 4’ê hezîranê de li dar bixin daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de hat gotin wan bi berfirehî daxwaznameyek pêşkêşî Komîteya Wezîrên Konseya Ewropayê ya ku sepandina biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) dide kirine û banga ku Tirkiye ji bo parêzvanên mafê mirovan ên girtî û dozên derbarê wan de betal bike kirine.   JI BO KAVALA BANG KIRIN   Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku DMME’yê ji bo karsaz Osman Kavala yê girtî biryara girtina wî “derveyî qanûnan e” daye û divê Tirkiye ya ku biryarnameya îmze kiriye û wan eleqadar dike demildest Kavala berde. Di daxuyaniyê de hat gotin pêwîste Konseya Ewropayê di civîna xwe ya 4’ê hezîranê de derbarê Tirkiyê de peyamek zelal bide û zextan lê bike ku parêzvanên mafê mirovan werin berdan û divê parêzvan neyên bêdengkirin. Her sê saziyan di daxuyaniya xwe de bang li Konseya Ewropayê kir ku ji bo Osman Kavala were berdin di civîna xwe de bang li Tirkiyê bike.