Zêdebûna şewba Covît-19 a li Amedê birin rojeva meclîsê 2020-06-03 12:26:47   AMED - Parlamentera HDP'ê ya Amedê Semra Guzel, zêdebûna şewba Covît-19 ya li Amedê bir rojeva meclîsê û got: "Di pêvajoya 'asayîbûnê' de hêjmara nexweşan zêde bûye. Îdîayên Amed li Tirkiye di rêza duyemîn de ye. Rast e gelo?"    Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Semra Guzel, têkildarî zêdebûna şewba vîrûsa corona (Covid-19) pirsname da meclîsê. Guzel, anî ziman ku di vê pêvajoya “asayîbûnê' de hejbara kesên bi şewbê ketine zêde bûye. Guzel, diyar kir ku li gorî lêkolîna Odeya Tabiban a Amedê bi taybetî di 10 rojên dawî de 20 kes jê rewşa wan giran e û 200 kes bi şewba vîrûsa corona ketine. Guzel, da zanin ku Amed li Tevahiya Tirkiye di rêza duyemin de ye.   Guzel ji bo Wezîrê Tenduristiyê Fahrettin Koca bibersivîne ev pirs pirsîn:      "* Li Ametê heta niha teqes çend kes bi vîrûsê ketine. Çend kesan jiyana xwe ji dest dane û çend kez baş bûne.b Çend kes xizmetkarên tenduristiyê ne?    * Îdîayên ku Amed li Tirikye di rêza duyemîn de ye rast e gelo ?    * Di rojên dawî de li Amedê hêjmara kesên nexweş zêde bûye. Li gorî vê yekê li Amedê çi tedbîr hatine girtin? Ji bo tedbîran polîtîkayên çawa tên pêşxistin?    * Di van rojên derbasî pêvajoya asayîbûnê bûne de her rojê nêzî hezar kes bi şewbê dikevin û 20 kes dimirin. Dema vêzêdebûna nû çiye?      * Li dijî pêla duyemîn tedbîrên çawa tên girtin?