Li warê windayan gora komî hat dîtin: Hestî aydê kê ne gelo? 2020-06-03 11:21:51   MÊRDÎN – Tê diyarkirin ku hestiyên di gora komî ya li Kerboranê derket holê aydê kesên di salên 1990’î de hatine windakirin in, û paşê hestî anîne vir. Hasan Arikan ê ji wî gundî diyar kir ku heta sala 1988’an jî tiştek di şikeftê de tune bûye.   Li mezraya Libka Kaniya ya gundê Derêca ya girêdayî navçeya Kerborana Mêrdînê di 28’ê gulanê de ji aliyê welatî Îrfan Yakût ve li şikeftek gund hestiyên 40 însanan hat dît. Hat tespîtkirin ku ev gorek komî ye. Îrfan Yakût ê di sala 1993’yan de bavê wî di binçavan de hatiye windakirin têkildarî gora komî serî li Serdozgeriya Komarê ya Kerboranê da. Li ser vê yekê dozger li herêmê lêkolîn pêk anî û hestiyan berhev kirin û ji bo diyar bibe ev hestî aydê kî ne şandin Saziya Tiba Edlî (ATK) a Stenbolê. Piştî lêkolîna li herêmê derdora şikeftê bi şerîdan hat girtin.   Walîtiya Mêrdînê diyar kir ku hestî aydê serdemên dîrokî ne û Miduriyeta Çand û Turîzmê ya Mêrdînê jî têkildarî mijarê lêpirsîn da destpêkirin. Walîtiya Mêrdînê, Îrfan Yakût ê gora komî dît bi “lêgerîna berhemên dîrokî” sûcdar kir. Îrfan Yakût bersiva Walîtiyê da û got: “Ez ne li berhemên dîrokî, li hestiyên bavê xwe digerim.”   HESTIYAN PIŞT RE ANÎNE ŞIKEFTÊ GELO?   Ajansa Mezopotamya (MA) piştî ku mijarê anî rojevê û lêkolîna cihê bûyerê bi dawî bû cara ewil dîmên herêmê kişand. Şikefta hestî lê derketin holê li serê girek ku ji aliyê şivanan ve tê dîtinê ye. Şikeft bi darê mazî hatiye nixamtin. Cihê ku hestî lê hatin dîtin ji 15 metrekareyan pêk tê. Em li şikeftê dîmenan dikişînin. Piştî demek kurt komek ji cerdevan û leşkeran pêk dihat ber bi şikeftê ve dihat. Me jî karê xwe xilas kir û em ji wir veqetiyan.   Me dît ku ji bilî wê şikeftê hestî di şikeftên din de tune ne. Ne diyar e ka van hestiyan paşê anîne danîne şikeftê an jî 40 bi hev re hatine kuştin û piştî kuştinê avêtine şikeftê.   ŞIKEFT HETA SALA 1988’AN VALA BÛYE   Ji şêniyên gund Hasan Arikan da zanîn ku van hestiyan piştî demekê ji cihên cuda veguhestine şikeftê yan jî piştî sala 1988’an kesên hatine kuştin cenazeyê wan avêtine şikeftê û bûye gora komî. Arikan da zanîn ku ew di sala 1988’an ji gund derketiye û li navenda Kerboranê bicih bûye û ew li derdora cihê şikeft lê ye mezin bûye û eraziyên wan li ber şikeftê ne. Arikan anî ziman ku şikeft heta salên 1988’an jî vala bûye û wiha got: “Heta sala 1988’an jî ez gelek car ketime şikeftê û derketime. Lê şikeft vala bû. Di mehên biharê de ji bo em xwe ji baranê biparêzin em diketin şikeftê. Wê demê hestî tune bûn. Cihek nêzî şikeftê goristanek ango tirbeyek heye. Piştî ku gund di sala 1993’yan de vala kirin êdî em nizanin çi li gund qewimî.”   HERÎ KÊM 55 SIVÎL HATIN WINDAKIRIN   Navçeya Kerboranê bi binçavkirina welatiyan ku di salên 90’î de hatin windakirin tê nasîn. Vê gora komî ku li vir derketiye jî gelo ev hestî yên salên 90’î ne tîne bîra mirovan. Li gorî daneyên Komeleya Mafê Mirovan di salên 90’î de li Kerboranê bûyerên kiryar nediyar gelek pêk hatine û di navbera salên 93 û 96’an de herî kêm 55 însanên sivîl hatin windakirin. Heta roja îro li Kerboranê hestiyê gelek welatiyan hatin dîtin. Hêj aqûbeta gelek welatiyên li herêmê hatin windakirin ne diyar e û cenazeyê wan nehatine dîtin. Tevî hemû lêgerîn û dadgehkirinê jî cenaze nehatine dîtin. Malbatên windayan piştî ev hestî hatin dîtin bi meraq li benda encama tespîta Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê ne.   MA / Ahmet Kanbal