Walîtiyê qedexeya derketina derve ya li Bedlîsê berfireh kir 2020-06-03 09:50:42   BEDLÎS – Walîtiya Bedlisê li 9 gund û mezrayên din ên Bedlîsê qedexeya derketina derve îlan kir. Li bajar hejmara gundên ku qedexe li wan hatiye ragihandin derket 28’an.   Walîtiya Bedlisê qedexeya derketina derve ya ku ji bo operasyonên eskerî li 19 gundan îlan kiribû, niha jî li 9 gund û mezrayên din qedexe ragihandin. Walîtiya Bedlîsê, têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî da û ragihand ku li 9 gund û mezrayên din, ji bo operasyonên eskerî qedexeya derketina derve îlan kirine. Walîtiyê berê jî di 31'ê Gulanê de li 19 gundan qedexe îlan kiribû û qedexe didome.