Li Gundê Gozelî 59 kes bi şewba Covît-19 ketin 2020-06-03 09:28:43 AMED - Li Gundê Gozelî yê Peyaya Amedê 59 kes bi şewba vîrûsa Covît-19 ketin.    Li Gundê Gozelî yê Navçeya Peyasa Amedê ku nifûsa wî Hezar û 750 kes in, hêjmara nexweşên şewba Covît-19 ji 56 kesan derket 59'an. Gundê Gozelî ku di 1'ê Hezîranê de xistin qerantînayê, 3 kesên din jî bi şewba vîerûsê ketin. Li gundê ku heta 1'ê Hezîranê 56 kes bi şewba vîrûsê ketibûn, piştî test hatin kirin, hêjmara kesên bi şewbê ketine derket 59 kasan. Qerantîna li gund hêj didome.  Piştî kesekî be şewbê ketibû hat gund û xizmên xwe ziyaret kir, şewb li gund belav bû.