Êrîşa li goristanan: Armanc bîra civakiyî ye 2020-06-03 09:11:07 ENQERE - Hevberdevkê DER-MEZ Amedê Mehmet Akbaş, destnîşan kir ku bi êrîşên li goristanan armanc bîra civakiyî ye. Akbaş, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê dubendîbûn tê afrandin û got: "Êrîşa li goristanan jî perçeyek ji vê pêvajoyê ye."  Hevberdevkê Înîsyatîfa Derûnasên Mezopotamya Amedê (DER-MEZ) Mehmet Akbaş, êrîşên li goristanan, revandina ecnazeyan û mirinên li girtîgehan nirxand.    Akbaş, diyar kir ku êrîşên tên kirin li nirxên civakiyî tên kirin û got: "Ev tevgereke civakiyî û hereketeke civakiyî ye. Li vir ê tê cezakirin ne kes e. A tê kirin ji kesan wêdetir, di şexsê wî/ê kesî/ê de li komekê, li civakekê tê kirin. Malbat jî bi vî awayî dibînin. Malbat jî vê yekê wekî tiştekî civakiyî têdigihên. Divê di çarçoveyeke civakiyî de esas bê girtin, çimkî encamên vê û beramberiya wê hemû civakiyî ne."    DUBENDÎBÛN    Akbaş, destnîşan kir ku ev tiştên tên kirin dibin sedema hêrsê û got: "Ev hêrs jî a rast hêrseke ku tê xwestin çêbibe. 4-5 sal in tê xwestin ku li Tirkiyeyê dubendîbûnek bê afirandin. Êrîşa li goristanan jî perçeyek ji vê yekê ye. Ji hêlekê ve hêrs li her du aliyan jî tê barkirin. Tê xwestin bi hêrs bi ser hev de biçin. Di civaka dubendîbûnî de hêlek êrîş dike hêla din jî ji bo van êrîşan rewa bike propagandayan dike. Tê xwestin hîmê civaka dubendîbûyî bi van tiştan bê qewîkirin."    HEDEF BÎRA CIVAKIYÎ YE    Akbaş, anî ziman ku tiştên di salên 1990'î de dihatin kirin niha jî hema bêje heman tişt di dewrê de ne û got, êrîşên li nirxên civakiyî tu carî nayên jibîrkirin. Akbaş, got: "Belkî niha mirov pir hêrsa xwe nadin der, lê di pêş de wê ev hêrs xwe bide der."    Akbaş, anî ziman ku di heman demê de bi van êrîşan re tişta hedef tê girtin jî bîra civakiyî ye û got: "Êrîşa li bîra civakiyî ye. Bi vî awayî tê xwestin bîra civakiyî ji holê bê rakirin. Dixwazin wê hesta aydiyetê ji holê rabikin. Ev liv û tevgere bi zanebûnî tê kirin. Lewma divê em bi vî awayî lê mêze bikin."    Her wiha Akbaş, anî ziman ku êrîşa li goristanan dibe sedem ku malbat careke din şîna xwe bikin û got, ev jî ji bo malbatan tarwmayeke mezin e. Akbaş, anî ziman ku êrîşa li goristanan tê wateya êrîşan li nirxand û ev yek hêrsa kesan du qat zêdetir dike.    MA / Berîvan Altan