Pereyê ku bankayê neda wî ji PTT’ê stend 2020-06-03 09:07:01 AMED - Mamoste Nîhat Kara ê piştî 23 salan bi KHK'ê hat îxrackirin pereyê xwe yê ku bankayê neda wî çû ji PTT’ê stend.  Mamoste Nîhat Kara ê 23 salan mamostetiya dewletê kir û bi KHK'ê hat îxrackirin, Vakifbankê bi hinceta "Bi saqince ye" dest danî ser pereyê wî. Nihat Kara li ser vê yekê pereyê xwe yê nekarîbû ji bankayê bigire çû ji PTT'ê stend. Kara, anî ziman ku tenê bi îxbarekê hat îxrackirin û tu hincetên şênber û delîlê ku bê tawanbarkirin tune bû. Kara, destnîşan kir ku wî 23 salan bi kedek mezin mamostetî kir û wiha got: "Min gelek xwendekar perwerde kir. Gelek jê bûn bijîşk, mamoste, rojmager û pîşeyên din qezenç kirin. Yên ku em ji xwendekarên xwe dûr xistin zerar dan xwendekaran. Piştî ez hatim îxrackirin min gelek zor û zahmetî dît. Min maşîna xwe firot. Me gelek zor û zahmetiyên aborî dît.    Kara, anî ziman ku 6 endamên KESK'ê yên bi KHK'ê hatin îxrackirin, piştî jiyana xwe ji dest dan û şûnde peyvira wan dîsa dan wan û wiha got: "Ji ber em bi KHK'ê hatin îxrackirin em gelek mexdûr bûn. Piştî îxracê ji ber qeyrana aborî 52 karmendan xwe kuştin. Hevalên kurê hevalekî me yê bi KHK'ê hatibû îxrackirin û jiyana xwe ji dest dabû, ji bo piştevaniyê 150 Euro ji wîre şandibûn. Lê Vakifbankê dest danîbû ser van pereyan. Dema ez çûm wan pereyan ji bankê bistînim bi hinceta 'Bi saqince ye' nedan. Lê min jî çû ew pere ji PTT'ê stend. Ji ber min pere piştî Cejna Remezanê stend, kurê hevalê me di cejnê de mexdûr bû. Çav berdan heqê sêwiyan."