Polisan nehişt ku ji bo Bariş Çakan daxuyaniyê bidin 2020-06-02 16:30:34   WAN - Komeleya Lêkolînên Huner, Çand û Ziman a Wanê (DÎSA-DER), xwest kuştina Bariş Çakan ê ku muzîka Kurdî guhdar kir û 3 kesan ew kuştin, şermezar bike. Lê polîsan destûr neda ku DÎSA-DER daxuyaniyê bide. Polîsan parlamentera HDP'ê Muazzez Orhan dorpêç kir û gefa binçavkirinê li xebatkarên çapemeniyê xwar.    Komeleya Lêkolînên Huner, Çand û Ziman a Wanê (DÎSA-DER), bi boneya kuştina Bariş Çakan şermezar bike xwest daxuyaniyê bide çapemeniyê. Parlamentera HDP'ê ya Wanê Muazzez Orhan Işık û gelek kesên din ji tev li daxuyaniyê bûn. DÎSA-DER'ê û rêveberên HDP'ê xwest li pêş avahiya HDP'ê ya Rêya Armûşê daxuyaniyê bide çapemeniyê. Lê polîsan destûr neda ku daxuyaniyê bidin çapemeniyê.    TEMAŞEKIRIN JÎ QEDEXE YE   Polîsan bi hinceta fermana Walî heye destûr nedağn ku DÎSA-DER û parlamenterên HDP'ê daxuyaniyê bidin. Piştre polîsan dora parlamentera HDP'ê dorpêç kir û gef li xebatkarên çapemeniyê xwariin. Dema xebatkarên çapememeniyê Parlamentera HDP'ê Muazze Orhan û rêveberên HDP'ê yên meşiyan Kolana Hunerê şopandin, vê carê polîsan gef li xebatkarên çapemeniyê kişand û xwest nekişînin. Polîsan demek dirêj parlamentera HDP'ê Orhan dorpêç kirin û belav bûn.    Rêxistina HDP'ê ya Patnosê jî kuştina Bariş Çakan şermezar kir li avahiya HDP'ê şermezar kir û piştre çûn mala sersaxiyê ya ji bo Çakan vekiribûn ziyaret kir.