Ji bo Bariş bi kurdî gotin 2020-06-02 13:40:23 AMED - HDP’iyên ku xwestin ji bo Bariş Çakan ê ji ber guhdarkirina muzîka kurdî hat kuştin daxuyaniyê bidin û ji aliyê polisan ve hatin astengkirin, bi yek dengî strana “Zimanê Kurdî” strîn û bal kişandin ser êrişên nîjadperest.   Piştî Bariş Çakan ê ji ber li muzîka Kurdî guhdar kir hat kuştin û M.E.C. yê bi hinceta polîs kuştiye li qereqolê hat îşkencekirin bertek û nerazibûn zêde dibin. Parlamenterên HDP’ê yên Amedê endamên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek kes li ber avahiya HDP’ê ya Rezanê kom bûn û xwestin daxuyaniyek bidin. Lê polisan, avahiya HDP’ê dorpêç kir û bi hinceta vîrûsa koronayê destûr nedan ku daxuyaniyê bidin. Ji ber ku parlamenteran xwest daxuyanî li derve bidin, demeke dirêj di navbera wan û polisan de nîqaş derket. HDP’iyên ku polîsan destûr nedan wan ji avahiyê derkevin, dovîz li hundir vekirin û dûrişmeya berz kirin.   JI ZIMAN AN JI DIL…   Ji bo Bariş Çakan, dovîzên li ser wan “Tu ji dil an ji ziman hatî kêrkirin?” , “Naraweste li ber xwe bide” , “Îşkence sûcê mirovahiyê ye” , “Bê rawestan têkoşîna topyekûn” , “Ji dil ve Bariş kêr kirin” nivîsandîbûn vekirin.   STRANA ‘ZIMANÊ KURDÎ’   HDP’iyên ku demeke dirêj li avahiyê de hatin rawestandin, bi yek dengî bi strana “Zimanê Kurdî” bal kişandin ser kuştina Bariş Çakan a ji ber muzîka kurdî. Piştre HDP’iyan bi dûrişmeya “Wê rûmeta mirovahiyê Îşkenceyê têk bibe” navê kesên ku bi guleyên polis û cînayetên nîjadperestan hatine kuştin xwendin.   HDP’iyan bertek nîşanî astengiya polisan da û biryar dan ku li avahiyê daxuyanî nedin. Piştî vê yekê çalakiya xwe bi dûrişmeyan bi dawî kirin.