Dolmişvanan li endamên komîsyona îhaleyê dan 2020-06-02 13:36:56 QERS - Komek ajokarên dolmîşan li Qersê bi ser avahiya Şaredariyê de girtin û heqaret, gef û çêr li endamên komisyona îhaleyê kirin. Şaredariya Qersê ji bo çûnehata nav bajêr hêsantir bike, li avahiya şaredariyê îhaleya veguhestina komelî pêk anî. Komek ajokarên dolmîşên nav bêrj ku ji îhaleyê kêfxweş nebûn, çûn avahiya şaredariyê û heqaret û ç3er li endamên komisyona îhaleyê kirin, gef xwarin û li endamên komîsyonê dan. Li ser gengeşî û êrişê îhale taloqî sibê hat kirin.   ‘EM Ê VAN SEPANAN QEBÛL NEKIN’   Şaredariya Qersê têkildarî êrişê daxuyanî da û diyar kir ku esnafên dolmîşvan welatiyan mexdûr dikin. Şaredariyê da zanîn ku karê wan ewil ew e ku xizmeta veguhestinê bikin û xelk jê sûdê werbigire û wiha got: “Em ji bilî yasayan tu erkek din bikar naynin. Ne mimkin e jî. Tu xetek veguhestina komelî nexwedî mafê bêsînor e. Sibê em ê îhaleya xwe bidomînin. Kîjan fîrma di îhaleyê de bi ser bikeve em ê veguhestina modern û ji bo xelkê xwe xizmeta herî baş pêk bînin. Em ê zext û helwesta li gorî kesan û bêhiqûqiyê qebûl nekin.”   ‘ROJÊN MAFYAKARÎ ÇÛN’   Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca jî got: “Qersê êdî wan rojên rêbazên mafyakarî û rantê li paş hiştiye. Wê her kes bibîne ku bi zext û zordariyê dê kar birêve neçe.”   'EM Ê BAJAR NEKIN QÛRBANÊ BERJEWENDIYÊ’   Hevşaredar Ayhan Bîlgen jî diyar kir ku beşdarî an nebeşdariya îhaleyê mafê her kesî ye û got: “Wê çarenûsa vî bajarî nebe qûrban û fedakirina berjewendiyên ji bo çend malbatan.”