'Zêdebûna tundiya polîsan ji ber bêcezakirina polîsan e' 2020-06-02 12:30:10 WAN - Serokên Şaxên ÎHD'ê yên Wan, Qers û Erziromê diyar kirin ku tundiya polîsan a di demên dawî de zêde dibe, ji ber polîtîkayên bêcezakirinê ye.  Serokên Şaxên Komeleyên Mafên Mirovan (ÎHD) yên Wan, Qers û Erziromê bal kişandin ser tundiya polîsan a li dijî welatiyan û diyar kirin ku sedema vê tundiyê ji ber polîtîkayên bêcezakirinê ye.    Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Wanê Murat Melet, diyar kir ku cihê demokrasî û mafên mirovan lê tune be pergala îşkenceyê derdikeve pêş û wiha got: “Ev pergalên li dijî demokrasiyê bi feraseta serdestiyê tev digerin. Mafên mirovan û nirxên mirovan nas nakin. Hemû kesên ne ji wan û yên wekî wan nafikirin, ji holê rakdikin. Pergala îşkenceyê dixin meriyetê. Li dijî heq, hiqûq û mafên mirovan îşkenceyê zêde dikin. Divê li dijî vê feraseta xerab, li şûna kuştinê jiyanek aştiyane bê avakirin û pêşxistin."    BÊ CEZA TÊN HIŞTIN    Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Qersê Guldane Kiliç jî anî ziman ku îqtîdar bi vê pratîka xwe dewleta polîsan ava dike û wiha got: "Kesên hêza cemaweriyê di destên xwe de digirin û tev li sûç dibin, ji ber ku nayên cezakirin û garantiya necezakirinê tê dayîn, bêtir tundiyê zêde dikin. Ji bo Qersê jî dema em li vê pêvajoyê dinerin, em dibînin ku tundiya polîsan zêde bûye. Polîsê ku li şûna esnaf hişyar bike, li esnafan didin. Xwe bi esnafan re aciz dikin û gefan li wan dixwin. Kesên erka wan zêde dibin û nayên cezakirin, bi polîtîkaya bêcezakirinê bêtir serî li tundiyê didin."    BÊ CEZAKIRIN ÎŞKENCEYÊ ZÊDE DIKE   Kiliç, bal kişand ser wêneyê îşkenceya li Navçeya Rezan a Amedê û wiha got:  "Li Rihayê polîs li şivan dixe. Polîs li welatiyên ku li hewşa xwe rûniştine dixin. Sedema vê tundiyê ji ber ku erkek pir zêde dane polîs û eskeran. Dîsa sedema tundiyê polîtîkayên bêcezakirinê ye. Kesên hatin peywirdarkirin divê di desta psiko-civakî re bên derbas kirin."    'TUNDÎ NE NÛ YE'    Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Erziromê Medeni Yildirim jî anî ziman ku tundiya li kolanan û li dijî welatiyan ne nû ye û wiha got: "Sedema vê tundiyê polîs xwe dixin şûna dewletê. Polîs bi feraseta 'Ez dewlet im' tev digere. Ji ber vê yekê hemû tundiyê ji bo xwe rewa dibîne. Xwe di her mijarê de mafdar dibîne. Ev pêkanînên polîsan ne nû ye. Divê wezareta karên hundir der barê van polîsan de lêpirsînê bide vekirin. Dîsa divê daraz erka xwe pêk bîne."