Nîhat Çakan: Lê belê muzîkek heye 2020-06-02 10:19:27 ENQERE - Bavê Bariş Çakan ê ji ber muzîka kurdî guhdar dikir hat kuştin Nîhat Çakan dema kamerayên DHA’yê hurgiliyan dikişînin, ew û xizmên xwe diaxivin û ji bo nebe propaganda dibêje “Di meseleyê de muzîk heye.” Ciwanê kurd Bariş Çakan li navçeya Etîmesgûtê ya Enqereyê ji ber ku li stranên kurdî guhdar bi derbeyên kêrê li dilî wî dan hatibû kuştin. Bavê Bariş Çakan, Nîhat Çakan li pêşberî kamerayan got “Muzîk heye.” Çakan di roportaja li gel Ajansa Nûçeyan a Demîrorenê (DHA) gotibû “Kurê min ji ber gengeşeya ezanê hatiye kuştin.” Di heman roportajê de kamera dema hurgiliyan dikişînin Nîhat Çakan bi xizmên xwe re bi kurdî diaxive û di diyaloga wan de têkildarî ezanê tu gotin nayên kirin. Nîhat Çakan dibêje “Muzîkek heye lê êdî nizanim cuda ye an jî na.” Di dîmenan de xizmên wî jê re dibejin “bila propaganda nebe” telqînên wek “ezanê” didinê.   Dema ku DHA’yê dîmenên hurgiliyan digirt diyalogên kurdî ku ketine kamerayê wiha ne:   “ Nîhat Çakan: Ez tiştek din bêjim wê bibe îftira.   - bila îftira nebe.   Nîhat Çakan: Muzîk, belê muzîk heye.   - Yanî bila cihê propagandayek negire. Te got 10 deqîqe beriya nimêjê hevalê wî bangî min kir.   Nîhat Çakan: Belê   - Li xwarê bûye, herhal rastî hevalê xwe hatiye, welatê me, pişt re gengeşe derketiye.   Nîhat Çakan: Muzîkek heye êdî nizanim cuda ye an jî na.   - Muzîk kîjan be ne pirsgirêke ne? Ew an jî van?   Nîhat Çakan: Aliyê hember   - Binêr em şaş gengeşe dikin. Li gorî min şaş e. Mesele dibêjin ew ê kurd hatiye.   Nîhat Çakan: Yanî muzîk heye.”