Çiyayê Eregê qada debar û jiyanê ye 2020-06-02 09:33:14 WAN - Li Gundê Sêşûnis ê Wanê Welatî Nurullah Sonmez ser serê sibehê bi hilatina rojê çêlekên xwe ji hewşê derdixe û berê xwe dide Çiyayê Eregê. Sonmez, her demsala baharê çêlekên xwe li Çiyayê Eregê diçêrîne û Çiyayê Eregê ji bo şivan û gavanan bûye warê debar û jiyanê.    Welatiyên Gundê Sêşunis ê Rêya Armûşê ya Wanê, demsala baharê sewalên xwe derdixin çiyayê Eregê û diçêrînin. Yek ji welatiyê Gundê Sêşûnisê Nurullah Sonmez e. Sonmez, di her demsaba baharê de her roj serê sibê bi hilatina rojê re berê xwe dide Çiyayê Egerê û çêlekên xwe dibe çêrê. Sonmez, her serê sibehê çêlekên xwe ji goma hewşê derdixe û li sînga çiyayê ku 3 hezar û 200 metre bilind e diçêrîne. Sonmez, diyar kir ku Çiyayê Eregê, bi giha, çêre, av û gulîlkên xwe pir xweş e. Çiyayê Eregê ji bo sewal û mirovan qada debar û jiyanê ye.      MA / Cemil Ugur